Bloka Aştiyê: Me li Lîce û Farqînê modela Kobanê dît

15:57

JINHA

STENBOL - Heyeta Bloka Aştiyê lêkoînên li navçeyên Farqîn û Lîceyê kirin bi raya giştî re parve kirin. Hevberdevkê Bloka Aştiyê Gencay Gursoy diyar kir ku di hevdîtinên bi gel re kirin ji ber şîdeta dewletê êdî têkîliya gel bi dewletê re di nokteya biqede de ye. Nuray Sancar jî got: "Em gihîştin cihê ku çalakiya mertalên zindî lê hebû. Me dît ku di encama şewata daristanan de qetlîama xwezayê pêk hatiye. Li hemberî şer werin em bi hev re şatiyê biqêrin."

Bloka Aştiyê duh li navçeyên Farqîn û Lîcê yên dewletê hewilda komkujiyê pêk bîne lêkolîn kirin û piştî vegeriyan çavdêriyên xwe li Salona Civînê ya Cezayir bi civînekî çapemeniyê bi raya giştî re parve kirin. Heyeta ji 30 kesan pêk dihat bûn du komên ji 15 kesan pêk dihatin û li Lîce û Farqînê hevdîtin kirin. Heyet ewil bi Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak re hevdîtin kirin pişt re bi qeymeqamên navçeyan, hevşaredar û bi gel re hevdîtin kirin.

'Fermandar bi gotina nabim qurbanê deshilatiyê îstifa kir'

Hevberdevkê Bloka Aştiyê Gencay Gursoy di nava heyeta çûn Farqînê de cih girt û diyar kir ku li Farqînê terora dewletê ya di salên 1990'an de pêk hatin careke din xistin dewreyê û nûnerên heremî ji ber zextên dewletê nikarin înîsiyatîfê bigirin. Gencay anî ziman ku li gorî agahiyên ji gel girtin Fermandarê Cendirmeyan ê Farqînê 10 roj berê got, "Ez dê ji bo welat canê xwe bidim lê ji bo hin desthilatdaran xwe nakim qurban" îstîfa kir.

Gencay da zanîn ku bi taybet ciwan li hemberî zext û komkujiyên dewletê gelek bi bertek in û di welatiyên temen navîn de jî diltirsiyekî heye. Gencay bilêv kir ku gel ji wan re sedema Farqîn hedef girtin wiha vegotin, "Tevgera kurd li vir bi cih bû û ji ber vê yekê dewletê ev der hedef girt" Gencay, destnîşan kir ku ji ber pevçûnan dîwarên gelek malan texrîp bûn û hin mal xirabûne û taxrîbatên gelek mezin pêk hatine. Gencay derbirî kir ku di êrîşê de uçaksavar hatin bikaranîn û ji ber vê yekê texrîbatekî wisa derket holê.

'Êdî gel hatiye nokteya ku girêdanbûan wê bi dewletê ve qut bûye'

Gencay anî ziman ku di hevdîtinên wan ên bi gel re gel diyar kiriye ku di şeva di ku 17'ê Tebaxê bi 18'ê Tebaxê ve girê dida de bi TIR'an nêzî 30 maşîneyên leşkerî anîne navçeyê û li nokteyên cûda yên navçeyê hatine bicihkirin û wiha got: "Li gel ku qedexebûan derva hebûye jî tîmên taybet bang li gel kiriye ku derkevin derva, heqaret li wan kiriye. Di encama hevdîtinên me yên bi gel re gel diyar kiriye ku êdî girêdanbûna wan a bi dewletê ve qût bûye. Pêwistî bi îtifaqa aştiyê heye."

'Li herêmê dîmenên OHAL'ê serdest e'

Piştre jî heyeta Licê mafê axfatinê girt û Hevberdevka Bloka Aştiyê Nuray Sancar axivî û diyar kir ku ketina navçeyê ji aliyê leşkeran ve hatiye qedexekirin û wiha got: "Em gihîştin cihê ku çalakiya mertalên zindî lê hebû. Me dît ku di encama şewata daristanan de qetlîama xwezayê pêk hatiye. Li sêgoşeya Lice, Hênê û Karazê li aliyekî gerîla li aliyê din jî leşker cih digirin. Li herêmê dîmenên OHAL'ê serdest e."

'Li herêmê gel bi zorê didin koçkirin'

Piştre jî Hevberdevka HDK'ê Sebahat Tuncel ku di nava heyetê de cihê xwe digirt axivî û anî ziman ku gel şer naxwaze û wiha got: "Ji bo leşker û gerîla neyên kuştin gel her şev nobedê digire. Gel êrîşên Erdogan ên piştî hilbijartinên 28'ê Adarê û 7'ê Hezîranê wekî darbe digirin dest. Her wiha bi darê zorê gel ji herêmê didin koçkirin. Her wiha gel ji bo pêkanîna aştiyê tenê di fikra ku bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re muzake pêk bê de ne."

(zt)