Li Amedê hember êrîşên polîsan li sê deveran çalakiya mertalên zindî despêkir

16:48

JINHA

AMED - Li taxên Hasirli, Fatîh Paşa û Cemal Yilmaz ên navçeya Sûrê ku polîsan bi şev heta sibehê di bin dorpêçê de girtin çalakiya mertalên zindî dest pê kir.

Li navçeya Sûrê ya Amedê ku polîsan heta serê sibehê di bin dorpê de girtin û di operasyona ku vegeriya pevçûnan de polîsan kesek qetil kirin û gelek kes jî birîndar bûn. Li taxan gelek mal û kargeh hatin gulebarankirin. Li taxên ku heta serê sibehê terora polîsan berdewam kir de çalakiya mertalên zindî hate destpêkirin.

Ji ba pêşîlêgirtina qatlîamên ku bên jiyîn Rêxistina DBP'ê ya Amedê bangawazî kir û li ser bangawaziyê di nav de Parlamenterên HDP'ê, endamên Kongra Civaka Demokratîk (KCD) û Kongra Jinên Azad (KJA) yê, nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî, endamên Kongreya Civaka Demokratîk, Kongreya Jinên Azad jî di nav de gelek welatiyan li taxên Hasirli, Fatîh Paşa û Cemal Yilmaz çalakiya mertalên zindî hate destpêkirin.

(zt)