Hevşaredarên DBP'ê hatin girtin
10:01
NÛÇE/Nûçe
JINHA
AMED - Li Farqînê piştî hewldana qatlîamê ya tîmên taybet hevşaredarên Farqîn û Sûrê yên ku di operasyona qirkirina siyasî de hatibûn binçavkirin, hatin girtin.
Li navçeyên Sûr û Farqînê yên Amedê piştî ku gel rêveberiyên xwe yên cewherî îlan kirin di 19'ê tebaxê de di operasyonên qirkirina siyasî de hevşaredarên DBP'î yên hatibûn binçavkirin, hatin girtin. Hevşaredarên Sûrê Seyîd Narîn û Fatma Şik Barut, Hevşaredara Farqînê Yuksel Bodakçi, Hevserokê DBP'ê yê Sûrê Alî Riza Çîçeklî, xebatkara Akademiya Jinê Guneş Olmez, Hasan Irmak û Abdulnesîm Baran piştî karên midûriyeta polîsan sewqî dozgeriyê hatin kirin. Li dozgeriyê piştî îfadeyên wan hatin girtin bi daxwaza girtiyê sewqî dadgehê hatin kirin. Piştî îfadeyên heta saetên dereng ên şevê berdewam kir Seyîd Narîn, Fatma Şik Barut, Alî Riza Çîçeklî, Yuksel Bodakçi û Guneş Olmez bi îdiaya "xirakirina yekîtiya dewletê û tevahîbûna welat" hatin girtin.
Hasan Irmak û Abdulnesîm Baran serbest berdan, 5 kesên dinê yên hatin girtin şandin girtîgehê.
(zt)