Li Amargiyê jin ji bo Kobanê ji nû ve hilberînê dikin
11:11
JINHA
KOBANÊ - Kargeha Dirunê Amargî ji ber êrîşên çeteyên DAİŞ'ê neçar mabû bê girtin. Dema ku bajar piştî êrîşan vegeriya rewşa asayî kargehê jî dest bi karê xwe kir. Di kargeha ku 18 jin têde dixebitin de rojê 200 kinc tên amadekirin. Endama Rêveberiya Yekîtiya Star a Kantona Kobanê Leyla Omer diyar kir ku ji bo cihên û ji xebatên jinan re bên vekirin dê xebatên xwe berdewam bikin.
Kargeha dirûnê ya Amargî ya girêdayî Yekîtiya Star li Kantona Kobanê ku di 2012`an de hatibû vekirin, piştî rizgarkirina bajar jinûva deriyê xwe vekir û roja ne 200 parçe cil amade dike. Kargeha dirûnê ya Amargî yek ji bermahiyên 19`tîrmehê ye. Bi armanca pêşxistina aboriya jinan li Kantona Kobanê, Kargeh di 2012`an de ji alî Yekîtiya Star ve li bajar hate vekirin. Beriya êrîşa 15`ê Îlonê di kargehê de 35 jinên Kobanê dixebitîn û 30 terzî di wir de hebûn. Piştî rizgarkirina bajar ji çeteyên DAIŞ ê, jinên Kobanê û Yekîtiya Star tevî ku avahiya kargehê ji ber şer piraniya avahî xirabe jî, lê bi coş û moral bilind careke din kargeha dirûnê vekirin û dest bi çêkirina cilan kirin. Kargeh ku ji roja şemî ta roja pênşemê dixebitê. Di rewşa niha de 18 jin di xebitin û 22` terzî jî cilan didrûn. Rojane kargeh 200 parçe cil ji hemû beşên civakê re, jin, zarok, ciwan û pîrmêran re amade dike. Piştî dirûna cilan bi dawî dibe û cil tên utu kirin, bazirganên Kobanê beşekî ji van cilan dibin û yê din jî li dîkan cilan ya girêdayî kargeha dirûnê ya Amargî tên firotin. Di kargehê de jinên Kobanê yên dixwazin li ser dirûna cilan perwerd e bibin, rayedarên kargehê diyarkirin ku deriyê wan ji hemû jinan re vekiriye. Herwiha kargehê amadekariya xwe kiriye ku di dem sala zivistanê de jî cilên rîs amadebike.
'Me hewilda em cardin jinan bi ekonomiyê ve bidin girêdan'
Yek ji endama Rêveberiya Yekîtiya Star a Kantona Kobanê Leyla Omer, li ser armanc vekirina kargeha dirûnê ya Amargiyê nirxandin kir. Leyla destnîşan kir ku piştî gel vegeriyan ser axa xwe, wan careke din dest bi xebatên ji nûva vekirina kargehê kirin û axavtina xwe wiha berdewam kir: “Armanca me careke din ji vekirina terzîxanê ji bo jinên Kobanê bixebitin û aboriya jinê werê pêşxistin. Em dixwazin bi vekirina vê terzîxanê jin xwedî îrade û aborî be û weke Rêber Apo jî dibêje; 'Gava aborî ji destê jinê çû, dest bi koledariyê hate kirin.'"
Leyla bi bîr xist ku di pêşerojî de wê kargehê mezin vekin ji bo ku jin hîn zêde xwe pêş bixin û projeyên din ji bo jinên Kobanê werin amadekirin û wiha domand: "Jin wê ne tenê karê mal bikê, wê hem bi xebitin û hem jî xwe biparêzê.”
Xebatkara Kargeha Dirunê ya Amargî Cîhan Ehmed jî destnîşan kir ku ew niha li kargehê dixebitê ji bo muhtacê tu kesî nebê û wiha got: “Ne tenê lawik dikarin bi xebitin, jin jî dikarin bixebitin û xizmet e gelê xwe bikin û ez bang li hemû jinên Kobanê dikim ku bira werin bixebitin û xizmete gelê xwe bikin.”
(zt)