Çeyetên DAIŞ'ê Gola Xatuniyê mayîn dikin

11:39

JINHA

HESEKÊ - Çeteyên DAIŞ'ê ji bo pêşî li operasyoneke şervanên YPG/YPJ'ê ya li hemberî Hoole ya Şengalê bigirin, mayînan li aliyê Şengalê yê Gola Xatuniyê diçînin.

Çeteyên DAIŞ'ê ji bo pêşî li operasyoneke şervanên YPG/YPJ'ê ya li hemberî Hoole ya Şengalê bigirin, mayînan li aliyê Şengalê yê mezintirîn gola Rojavayê Kurdistanê Gola Xatûniyê bi cih dikin. Mezintirîn gola Rojava Gola Xatûniyê, 50 kîlometre li aliyê rojhilat ê Hesekê ye. Di gola ji çiyayê Şengalê heta Rojavayê Kurdistanê li qadeke 6 kîlometreçarçike de, masiyên Masîpank, Rûm, Kerb, Ebyad (Spî), Cîrî û Marmasî dijîn. Gola Xatûniyê yek ji golên herî zêde masî lê hene, ye.

Ji sedî pêncîpênc ê golê ziwa bûye. Li gorî hin gotinan, navê golê ji xwişka Selahaddîn Eyyûbî Xatûn tê. Li gorî hin gotinên din, navê xwe ji eşîra Xanûtiyê ya li herêmê dijî, digire.

(zt)