Jin bi hûnera Wing Chun re 'parastina cewherî' hîndibin

11:41

JINHA

STENBOL -Pispora Hunera Wîng Chun Işil Ozkan diyar kir ku li hember qatiliama jinan parastina cehwerî girînge û got: "Di pergala ku bi hişmendiya mêr hatî hûnandin de pêwîste her jinek hînî parastina cewherî bibe" û destnîşan kir ku pêwîste her jin hînî teknîka parastina cewherî bibe.

Li Tirkiyê her roj qetlîam, şîdet, tacîz û tecevûzê jinan her ku diçe zêde dibe. Gelek car jin parastin ji dewletê daxwez kiriye û ji ber ku nehatî parastin hatine qetilkirin. Jinên ku rastî zimanê tûj a dewletê tê her wiha li hember pergala adeleta mêr bê ewle dimînin. Pirsa "Di pergala ku bi hişmendiya mêr hatî hûnandin de çima parastina cewherî ji bo jin ewqas girînge?" xwe di rojevê de zindî digre. Ji ber vê yekê li Tirkiyê jin hişyarbûna xwe a li hember êrîşan bi parastina cewherî tînin ziman. Hûnera pêvçûna rojhilat û di heman demê de ku afrînerê wê jine, hûnera pêvçûnê 'Wîng Chun' jinan ji bo xwe parastinê wek rêbazek hîndibin. Işil Ozkan ya ku 5 salin li ser teknîkê parastina cewherî dixebite wiha bi kurtî hûnera pêvçûna Wîng Chun dide nasîn: "Li hemberî tehlûkeyek gengaz, teknîkek ku hûn bê bertek nemînin û bersiv bidine" û behsa girîngiya parastina cewherî kir.

'Parastina cewherî her tişt digre nava xwe'

Işil got: "Ez çûm eywana Aîkîdo yê. Derbarê Lung fu de min lêkolîn dikir lê ez rastî hûnera pêvçûnê a Wîng Chun hatim. Çend sal li ser Wîng Chun xebitîm. Di salên dawî de piştî buyerên sansasyonî komên femînîstan gotina 'parastina cewherî' hat gotin û bi taybet ev gotin herî zêde di navbera jinan de dihate bikaranîn. Balê min kişand. Hûnera rojhilat nekarî xwe bighîne jinên Tirkiyê. Min bingehê vê yekê lêkolîn kir. Bê guman teknîkê parastinê û hevoka Wîng Chun nayê hişê tu kesî. Ev tişt ji bo jinan mijarek biyaniye. Ew herî zêde li ser têgînên wek parastin û star disekinin. Her wiha li ser parastina cewherî dixebitin. Ji ber vê yekê ez dihizirim ku parastina cewherî her tişt digre nava xwe."

'Divê her jinek hînê parastina cewherî bibe'

Işil da zanîn ku li cîhanê pergala kapîtalîst ji sedî 99 bi enerjiya mêr ve tê rêvebirin û got: "Zindî tên îstîsmar kirin. Bê guman ev îstîsmar herî zêde xwe li ser jin xwedî dike. Pêwîste hemû jinên ku di pergala mêr de dijîn, hînê parastina cewherî bibin. Ji reklam û rojnameyên ku em her roj digrin destê xwe her tişt diyar dibe ji xwe. Her roj herî kêm 5 jin dibin qurbanê qetiliamê. Em êdî naxwezin yek jî kêm bibe. Ji ber vê yekê divê em tedbîrên xwe bigrin. Di xalên ku dewlet têde kêm dimîne û ji ber jinên ku parastina xwe a cewherî dikin cezayê muebet a girtîgehê didin, li hember pergalek wiha bê guman divê em rêbazên xwe pêşbixin. Ev li hember mêran ne şere, li hember pergala desthilatdariyê sîstema parastinê ye."

'Xalê ku min pêşvebir qatilkirina Ozgecane'

Işil wiha got: "Bi taybet bûyerên sansasyonî ya salî dawî hêşt ku lêhorbûnê min ser vê mijarê zêde bibe" û anî ziman ku ew dixweze di warê parastina cewherî de bighîne astê pisportiyê. Işil bandora ku di qatilkirina Ozgecan Aslan de ya li ser xwe destnîşan kir û wiha pêde çû: "Xalê ku min pêşvebir qatilkirina Ozgecan bû. Vê rewşê min tu carî nekarî bipejrînim. Ji bo ku rewşên bi vî aweyî pêkneyên ez hewl didim. Avantajê mêran di vê pergalê de hîn zêdetire. Bê guman mêr naxwezin dev ji vê avantajê berdin. Tenê tirsê wan ji xwe ev yeke. Kîjan jin mêrek tecevûz kiriye. Hûn nabînin ku 10 jin li hev kombûne û mêrek tecevûz kirine. Jin komkujiyên komî pêk nayînin."

'Bê bertek nemînin'

Işil destnîşan kir ku divê hemû jin hînê rêbazên parastina cewherî bibin û wiha bang li jinan kir: "Parastina cewherî teqez hîn bibin. Kîşan branş dibe bila bibe. Teqez li gorî fîzyolojî û rihê xwe rêbazek hilbijêrin. Ji ber ku afrînerê Wîng Chun jine ez wek rêbaz pêşniyarê hemû jinan dikim. Derfetên ku heyî divê em jê sûdê bigrin û hînê dora xwe bikin. Ji ber vê ez dibêjim bê bertek nemînin. Teqez eger hûn hînê hûnera pêvçûnê bibin divê hûn hevala xwe a jin û zarokan jî hîn bikin. Banga min bi taybet ji bo jinên ku perwerde dîtine heye. Bi qasî ku ji destê min tê agahiyên ku min girtî hewl didim ku parve bikim. Tiştek biçûk be jî mirovên ku dixwezin hîn bibin heye. Di vê xalê de ez dixwezim bibim alîkar. Perwerdeya min jî didome û ez dixwezim van jî parvebikim."

(rc)