Jin bi tilîlîyan bersiva bombabarana leşkeran didin

11:48

JINHA

AMED - Welatiyên li hemberî oeprasyonên li sêgoşeya Hênê-Lîcê-Karazê çalakiya mertalên zinda da destpêkirin û li gurên Hurê û Zerê disekînin û şevê din leşkeran herêm bombebaran kirin û welatiyan bi stranan, çepik û tilîliyan bersiva bombeberanê dan.

Çalakiya mertalên zindî yên li hemberî operasyonên leşkerî yên li gundên Hurê, Çakil û Mazili yên navçeya Hênê, gundên Fîs û Zerê yên Lîcê û gundên girêdayî navçeya Karazê hatin destpêkirin hatî destpêkirin berdewam dikin. Şevê din girê Zerê yê ku mertalên zindî çalakiya xwe lê didomînin ji aliyê leşkeran ve hat gulebarankirin. Di dema bombebaranê de leşker ber bi qadên hatin bombebarankirin ve çûn û bi stranan û tîlîliyan bersiva bombebaranan dan û qad terk nekirin. Piştî mertalên zindî çûn qadên hatin bombebarankirin leşker hatin vekişandin. Piştî leşker ji qadê çûn li herêmê bêdengî çêbû û welatiyan li hemberî operasyonan çalakiya xwe ya mertalên zindî domandin û heya serê sibê bi staran û tîlîliyan nobet girtin.

Welatiyan heya serê sibê nobet girtin gotin heya operasyon bi dawî dibin û şerê Erdogan daye destpêkirin xilas dibe dê çalakiya xwe bidomînin û wiha gotin: "Em ji bo aştî pêk bê û pêşiya mirinan bigirin hatin lê dewlet cuda nîşan dide û gel terorîst îlan dike û dixwaze komkujiyê pêk bîne. Em dê bi staranên xwe bersiva çekên wan bidin. Yên li vir têkoşînê dikin hemû zarokên me ne."

Çalakiya mertgalên zindî ya li gundê Zerê berdewam dike û serê sibê seat di 06.00'an gelek leşker ber bi herêmê ve hatin sewqkirin. Li herêmê helîkopter jî keşîfan dikin.

(zt)