Leşkerên tirk di salakê de li ser sînorê Efrînê 9 kes qetil kirin
11:55
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina mafê Mirovan a kantona Efrînê daxuyand ku li ser sînorê Tirkiye û Efrînê di saleke de 114 bûyerên îşkenceyên welatiyan û 9 bûyerên ku di encamê de welatî hatine qetilkirin belge kirine.
Leşkerên Tirk li ser sînorê di navbera Rojava û bakurê Kurdistanê rojane welatiyên ji kantona Efrînê berê xwe didin bakurê Kurdistanê îşkence dikin. Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê ji sala 2014’an û heta niha 9 welatiyên ku ji aliyê leşkerên tirk hatine qetilkirin, her wiha 114 bûyerên welatiyên rastî îşkenceyê hatine belge kirine. Bûyerên îşkencê li rastî gundên Bêge, Şengal, Merwaniye û Hemamê pêk hatine.
Zewiyên welatiyan hatin şewitandin
Di 19’ê gulana derbasbûyî de leşkerên Tirkiyê li herêma sînor a navçeya Raco ya Efrînê ku bi navê Deşta Şadiya tê naskirin hate şewitandin, welatiyan û şaredariya gel mudaxele kir û agir vemirandin. Di wê rojê de agir bi 130 hektar zeviyên welatiyan ket.
Di 30’ê gulanê de leşkeran agir bi deşta Yenzeliq a navçeya Şiyê jî xist, di encamê de 40 hektar zeviyên welatiyan hatin şewitandin, welatiyan ji rêxistinên mafê mirovan xwest ku zextê li Tirkiyê bikin da ku dawî li kiryarên bi vî rengî bînin. Tu kesî mudaxele ne kir û kiryarên leşkeran hate niha berdewam dike.
Ji ber ku çeteyên El-Nusra ambargo li ser kantona Efrînê ferz kirin. Ji ber vê yekê welatî bi armanca pêdiviyên xwe yên jiyanî peyda bikin berê xwe didin sînorê bakurê Kurdistnê da ku pêdiviyên xwe yên jiyanî, wekî derman, şîrê zarokan û hwd peyda bikin. Ji sala 2012’an û vir welatî berê xwe didin sînor. Ji sala 2012’an û vir ve welatî ji aliyê leşkeran ve rastî tundî û îşkencê tên, leşkerên tirk welatiyan dikujin, îşkence dikin û gefan li wan dixwin.
Di saleke de 9 kes hatin qetilkirin li 114 kesan îşkence kirin
Rêxistina Mafê Mirovan a kantona Efrînê binpêkirinên maf ên leşkerên Tirkiyê yên li ser sînorê Efrînê û bakurê Kurdistanê têne kirin eşkere kir. Rêxistinê da xukaririn ku piştî serkeftinên YPG/YPJ’ê û hêzên hevbeş ên li kantona Cizîrê û Kobanê kiryarên leşkeran li kantona Efrînê li dijî welatiyan zêde bû ye.
Serokê Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê Xelîl Sîno diyar kir ku wan tenê di meha tîrmeha derbasbû yî de leşkeran 38 kes li ser sînor îşkence kirine, 2 kes jî qetil kirine. Bin pêkirin li ser sînor didomin. Xelîl, da zanîn ku rêxistina wan ji sala 2014’an û vir 114 bûyerên îşkencê û gulebaranê ispat kirine û got ku rewşa hineka ji wan xetere û her wiha 2014’an heye niha jî 9 kes qetil kirin e.
Xelîl, destnîşan kir ku kiryarên leşkerên Tirk ku li ser sînorê Rojava û bakurê Kurdistanê têne kirin hîn didome û ev tişt anî ziman: "Kiryarên leşkeran li ber çavê hemû rêxistinên mafê mirovan têne kirin, lê heta niha tu rêxistinan zext li Tirkiyê ne kiriye. Kiryarên leşkeran û binpêkirina wan li ser sînor hîn dewam dike."
(rc)