Agir berdan daristanên Farqînê
12:01
JINHA
AMED - Li Farqîna bi rojane êrîşên leşker û polîsan berdewam dike niha jî agir berdan daristanên wê.
Di êrîşên li navçeya Farqîna Amedê ser gel hatî kirin de 3 kesan jiyana xwe jidest dan, gelek kes birîndar bûn û gelek mal hatin rewşa êdî têde neyê jiyan kirinê. Li gel êrîşên ser bajêr niha jî agir berdane daristanan. Hat zanîn ku agir berdane darstana çiyayê Bayrambaşi yê Farqînê û niha bi lez agir belav dibe. Hat îdia kirin ku dema gundî ji bo vemirandina agir hewildidin biçin herêmê ji aliyê leşkeran ve tên asteng kirin. Gundiyan ji bo rawestandina agir bang kirin.
(zt)