Li Surê çalakiya mertalên zindî şevêdinê heya sibê berdewam kir
12:04
Tebax
23
/ 2015
JINHA
AMED - Ji ber êrîşên polîsan duh ser Surê şevê din heya sibê çalakiya mertalên zindî berdewam kiriye.
Şeva derbasbûyî polîs ketibûn hinek taxên navçeya Sura Amedê, gelek mal gulebaran kiribûn, ciwanek înfaz kirin û 5 kes jî birîndar kirin. Ji duh ve li navçeyê li gel gelek welatiyên bi parlementerên HDP'ê re çune navçeyê heya serê sibê nobet girtine. Li Taxa Hasirliyê ji ber çalakiya mertalên zindî polîs neketin taxê.
(zt)