Hevşaredarên Colemêrgê hatin girtin

15:41

JINHA

COLEMÊRG - Hevşaredarên Colemêrgê Nurullah Çîftçî û Dîlek Hatipoglu û Hevserokê Navçeya Navendê ya HDP'ê Îsmaîl Sîhat Kaya ku di operasyonên qirkirina siyasî de hatibûn binçav kirin, hatin girtin.

Li hemberî îlankirina rêveberiyên cewherî girtinên, qirkirina siyasî ya li Kurdistanê berdewam dike. Hevşaredarên Colemêrgê Dîlek Hatîpoglu, Nurulllah Çîftçî û Hevserokê Navçeya Navendê ya HDP'ê Îsmaîl Sîhat Kaya yên ku di 20'ê Tebaxê de hatibûn binçavkirin, li dadgeha ku bi daxwaza girtinê hatin sewq kirin hatin girtin. Hate zanîn ku siyasetmedarên Kurd bi hinceta "Xirabkirina yekîtî û hebûna welat" hatine girtin.

Bi taybetî piştî ku li gelek bajarên Kurdistanê li hemberî konsepta şer a hikûmet AKP'ê gel rêveberiya xwe ya cewherî îlan kir û helwesta parastina vê yekê pêş xist, li hemberî şaredarî û siyasetmedarên Kurd jî operasyonên girtinê bi lez bû. Hevşaredarên Sûrê Seyîd Narîn û Fatma Şik Barut û Hevşaredara Farqînê Yuksel Bodakçi jî vê sibê li Amedê hatibûn girtin. Hijmanra hevşaredarên hatin girtin derket 6'an.

(zt)