Mertalên zindiyên xwestin biçin Bagokê ji aliyê leşkeran ve hatin asteng kirin
15:50
JINHA
MÊRDÎN - Welatiyên ku li hember Operasyon û windahiyên can xwestin bibin mertalên zindî û biçin herêma Çiyayê Bagokê ji aliyê leşkeran ve hatin astengkirin.
Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê 'Herêma qedexe' hat îlankirin. Welatiyên ku di navê de Parlementera HDP'ê Enise Guney jî heyî xwestin li hember operasonan û wihdahiyên can biçin herêma Çiyayê Bagokê û dest bi çalakiya mertalên zindî bikin ji aliyê leşkeran ve tên asteng kirin. Leşkeran bi hincetên ew herêma qedexeye hun nikarin biçin bi wî awayî destur nedan Enise û welatiyên din. Li hember helwesta leşkeran welatiyan dest bi çalakiya runiştinê kirin.
(zt)