Yên di komkujiya Zîlanê de hatine windakirin hatin bîranîn

17:28

JINHA

WAN - Welatiyên Komkujiya Zîlanê yên di sala 1930'an de ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetil kirin li Ada Xeybeyê hatin bibîranîn

Li navçeya Erdîş a Wanê, 15 hezar cangoriyên Komkujiya Zîlanê li Taxa Hasanabdal li Ada Xeybê bi pêşengiya KURDÎ-DER hatin bibîranin. Parlementerê HDP'ê ya Wanê Lezgîn Botan, rêvebirên HDP, DBP, KJA û DTK'ê, Hevşaredarê Erdîşê Abdurrahman Çagan û gelek welatî tevlî bîranînê bûn. Bi sedan kes li ber gora komî pankarta "Em kujerên Zilan, Roboskî, Dersîm, Helepç, Şengal û Sînemaya Amûdê lanet dikin" hilgirtin.

Hevserokê KURDÎ-DER'a Erdîşê Şakîr Asil anî ziman ku polîtîkayên îmha û înkarê yên 85 sal berê hê jî berdewam dike û her roj komkujiyek nû tê jiyin. Şakîr axaftina xwe wiha berdewam kir: "Niha li Zîlanê pîr û kalên me bê gor radizên. Tenê ji ber ziman û nasnava xwe hatin qetil kirin.Em dixwazin yekser ev komkujî werin ronîkirin û car din komkujî neyên jiyin."

Parlementerê HDP'ê Lezgîn Botan jî anî ziman ku bi Komkujiya Zîlanê re mirovahî jî miriye û wiha pê de çû: "Neviyên ew kesên ku bi salan berê Kurdan qetil kir îro kevneşopiya komkujiya Kurdan berdewam dikin. Tenê navê feraseta 85 sal berê guherî. Lê hişmendiya qirkirinê ya ser kurdan hîna berdwam dike."


Piştî axaftinan girse qurnefîlan danî geliyê Zîlanê.

(zt)