Zaroka keç a li İzmirê windabûyî hat dîtin

17:35

JINHA

İZMİR - Hat zanîn ku Yagmur Kirtay a ku duh ji nîvro pêde li Karabaglarê windabûyî hat dîtin.

Li navçeya Karabaglara İzmirê zaroka keç Yagmur Kirtay a 13 salî bi gotina 'ezê biçim mala dapîra xwe' û êvarî venegeriyayî malê îro hat dîtin. Yagmur ji aliyê polîsan ve hat dîtin û teslîmî dayîka wê Alev Ozaskan kirin. Hat zanîn ku şev li gel hevalên xwe mayîbû.

(zt)