Li Cizrê 'Tîma Jinên Ciwan a Ekin Wan' hat avakirin
09:01
JINHA
ŞIRNEX - Bi rojane li ser bajarên herêmê êrîşên leşker û polîsan ser gelê sivîl berdewam dike. Li hember êrîşan li Cizîrê 'Tîma Jinên Ciwan a Ekin Wan' hat avakirin. Jinên ciwan ên çek girtine diyar kirin ku ewê li hember êrîşan bê deng nemînin û gotin: "Em teyîbetî bang li jinên ciwan dikin; bila derkevin kolanan parastina xwe ya cewherî avabikin, tax û axa xwe biparêzin."
Li Cizîrê hember êrîşên tayîbetî ser jinan zêde dibin "Tîma Jinên Ciwan a Ekin Wan" hat avakirin. Ew tîm ji bo Ekin Wan (Kevser Elturk) a ku li navçeya Gimgima Mûşê bi îskenca giran hatî qetilkirin, ji bo tehşîrkirinê bedena wê hatî tazîkirin hatiye avakirin. Endamên tîmê dan zanîn ku we dixwazin hêza parastina cewheriya jinê pêşbixin. Li Cizîra ku posterên Sakîne Cansiz û YPJ yiyan di kolanan de diheje jin di parastina cewherî de cihê xwe digirin û rengê xwe dane berxwedanê. Endamên tîmê destnîşan kirin ku ti eleqeya wan bi ti rêxistinan re nîne û wiha gotin: "Ji bo di kesayeta Ekin Wan de em ji hovîtiya ser bedena jinê tê kirin re bêjin na me ev tîm avakiriye."
'Emê li hember tindiyan bê deng nemînin'
Jina ciwan Zelal sedemên çek girtinê wiha rave kir: "Pêvajoya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dayîdespêkirin ji aliyê hikumeta AKP'ê ve bi qetilkirin û girtinan hat bersivandin. Em hînbûn ku dewlet ticarî bi samîmî nêzî kurdan nabe. Heya niha hîna zimanê me jî ne serbeste. Berî çend rojan li Silopiya êrîşî ser sivîlan kirin, malşewitandin û sivîl qetilkirin. Emê weke jinên ciwan li hember vê rewşê bê deng nemînin."
'Emê parastina xwe ya cewherî pêşde bibim'
Zelal bang li dewletê kir ku dest ji polîtîkaya tinekirinê berdin û ser çareseriyê bifikirin û wiha domand: "Divê bê zanîn polîtîkaya dewletê ya tindrew encamê nagire. Me hêrsa dewletê ya ku di kesayeta Ekin Wan de nîşandayî dît. Me jî li ser wê tîma jinên ciwan avakir. Em ne girêdayî ti rêxistinanin. Em weke jinên ciwan ên vî gelî li hember qirkirinên ser gel bêdeng namînin û emê hêza xwe ya cewherî avabikin."
'Em li kolanan li benda hemû jinanin'
Jina ciwan Jiyan jî destnîşan kir ku wan li hember konsepta şer a li ser gel tê meşandin çek hilgirtine û wiha berdewam kir: "Em vê terorê na pejirînin, emê li hember vê terorê xwe û gelê xwe biparêzin. Emê heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê li hember vê hovîtiyê şer bikin." Jiyan bang li hemû jinan kir ku parastina xwe ya cewherî pêşde bibin û wiha dom kir: "Ez tayîbetî bang li jinên ciwan dikim; bila dakevin kolanan û parastina xwe ya cewherî pêşbixin, bila tax û axa xwe biparêzin."
(ma/zt)