Ji bo birînên Farqînê bên pêçan kampanyeya 'Tu jî camekê bêxê' hat despêkirin
09:18
Beritan Elyakut / JINHA
AMED - Bi qedexeya derketina kolanan re li Farqînê polîs, leşlker û tîmên tayîbet mal, cihên kar û wesayîtên wan gulebaran kirin û şewitandin. Farqîn vegeriyaye bajarek xirabe. Ji bo pêçana birînên Farqînê ji aliyê şaredariya wê ve dest bi kampanyaya 'Tu jî camekê bêxê' hatiye kirin û banga beşdariyê kirin.
Ev 10 rojin li taxên Tekel û Mescit ên Farqînê şer berdewam dike. Li navçeya ku rêveberiya cewherî hatî avakirin, ji bo ku gel rêveberiya xwe ya cewherî ji leşker û polîsan biparêzin xendek kolane û bi wî awayî xwe diparêzin. Lê tîmên tayîbet bi alîkariya leşker û polîsan êrîşî rêveberiya cewheriya gel kirin. Li Farqînê tîmên tayîbet bi amadekariya qirkirinê mal, cihên kar û wesayîtên welatiyan gulebaran kirin û agir berdanê. Li taxên Tekel, Mescit, Konak û Selahattin şerê giran derketin. Piştî ku polîs ji nava taxan paşde vegeriyan texrîbatên hatine kirin derketin pêşçavan. Ji bo hindik be jî hinek ziyana navçeyê bê cîh û şêwirmendiya bi gelê Farqînê re dest bi kampanyaya "Tu jî camekê bêxê" hat kirin.
'Gel li hember rîska qirkirinê derketin qadan û bertekên xwe nîşan dan'
Girêdayî kampanyaya hatî despêkirin û êrîşên ser navçeyê, navçe vegerandî xirabeyan Cîgira Hevşaredara Farqînê Zuhal Tekiner wiha axivî: "Di 17'ê tebaxê de şer despêkir. Li gel wê wesayîtên lekeran ên di despêka ketina navçeyên de êdî ketin hindirê navçeyê. Bi ketina panzer, wesayîtên zirxî û tankan a hindirê navçeyê de gel rabûn ser piyan û bertekên xwe nîşan dan. Bi duruşme û meşa xwe xwestin leşker paşde vegerin, lê leşker paşde venegeriyan, li cihê wê bi wesayîtên zirxî gel, malên wan, cihên kar û navendên tendiriystiyê gulebaran kirin û agir pêxistin. Heya serê sibê bi qedexeya derketina kolanan re şer berdewam kir."
'Emê bi van kampanyayan birînên xwe û gelê xwe bipêçin'
Zuhal destnîşan kir ku piştî saetan nû destur dan heyet têkevin nava taxan û lêkolînan bikin û wiha domand: "Di nava taxê de camên hemû malan şikandîne û ser dîwarên hemû malan şopên guleyan hene. Bi tayîbetî gelên taxên Tekel û Mescit ê gelek feqîrin. Bi serê xwe ne gengaze birînên xwe bipêçin. Ji bo wê jî em li gel rêxistinên civaka sivîl çun nava taxan, me li gel welatiyan jî hevdîtin kir û me biriyara emê wan taxan avabikin. Ji bo wê jî me dest bi kampanyaya alîkariyê kiriye. Em dikarin ji bo kampanyaya îmzayan bêjin 'Tu jî camekê bêxê'. Me serlêdanên xwe yên despêkê kirin. Emê bi despêkirina vê kampanyayê birînên xwe û gelê xwe bipêçin."
'Li taxan dîtina şopên qirkirinê gengaze'
Zuhal anî ziman ku di êrîşên ser Farqînê hatin kirin de dîtina şopên qirkirinê giringe û wiha dom kir: "Ser dîwara şopên qirkirinê hene. Ji ketin û derketina taxan bigire heya her tiştî şopên qirkirinê dixwiyên. Yên telefonî me dikirin digotin 'Tiştek ne avêtine me, me nedizanî wiha bûye.' Ji bo wê jî bila bên binêrin. Banga min ji bo rêxistinên civaka sivîl û baldarên hatin li vêderê lêkolîn kirin û êrîş ji nêz ve dişpoandin heye. Banga me ji bo hemû gelên Tirkiyê heye beşdarî kampanyaya me ya 'Tu jî camekê bêxê' bibin. Em li benda alîkariya wanin."
(zt)