Taxa Dagliogluyê rêveberiya xwe ya xweser avakir
09:36
JINHA
EDENE - Li Edeneyê Meclîsa Gel a Dagliogluyê daxuyandin ku li bajar tu rewabûnê saziyên dewletê nemaye û rêveberiya xwe ya cewherî îlan kirin. Piştî îlanê welatiyên ku xwestin bimeşin pastî êrîşa polîsan a bi guleyên rasteqîn hatin û di nav de zarok jî hebû zêdetirî 10 kesan hatin binçavkirin.
Li dijî polîtîkayên şer ên hikûmeta demî ya AKP'ê piştî ku li Şirnex, Colemêrg, Amed û Wanê li Edeneyê jî rêvberiya cewherî hate îlankirin. Meclîsa Gel a Dagliogluyê li duriyana Karasuyê bi daxuyaniyekî ve rêveberiya xwe cewherî îlan kir. Ji 7 salî heta 70 salî gelek welatî beşdar bûn ciwanan jî ewlehiya gel girtin.
Daxuyanî ji aliyê ciwanekî ve hate xwendin û diyar kir ku ji bo ku jiyana demokratîk bê înşakirin û ev şerê heyî bê rawestandin pêdivî bi aştiyê heye û wiha got: "Em piştgiriyê didin berxwedana gelê kurd û wekî gelên kurd. tirk, ereb û yên ji baweriyên din dibêjin ku rewabûna saziyên dewletê ji bo me nemaye û tu kesên tayînkirî yên dewletê nikarin me rêve bibin.
Welatî piştî daxuyaniyê xwestin ber bi Navenda Polîsan a Şehît Mehmet Alî Arslanê ve xwestin bimeşin yê rastî êrîşa polîsan hatin. Gel jî li dijî vê yekê xwe parast. Piştî êrîşa polîsan di nav de zarok jî hene zêdetirî 10 kesan hatin binçavkirin.
Polîsan bi saetan tax di bin dorpêçê de girtin.
(zt)