Banga ji bo ciwanên kurd: Çî dibe bila bibe divê parastina cewherî bê kirin
10:19
JINHA
BEHDÎNAN - Endama Koordînasyona Komalên Ciwan Şîmal Ulkem Guneş destnîşan kir ku xweparastina li dijî êrîşan refleksa herî xwezayî ya her mirovî, helwesteke herî xwezayî ya parastinê ye. Guneş da xuyakirin ku divê çalakiyên zerarê didin mal û canê gel neyên kirin û got, "Em têkoşîneke azadiyê ya gelekî ne. Ji ber vê yekê divê bi ti awayî çalakiyên zerarê didin gel neyên lidarxistin."
Endama Koordînasyona Komalên Ciwan Şîmal Ulkem Guneş bersiv da pirsên ANF'ê û bal kişand ser rola xweparastinê ya ciwanên Kurdistanê û girîngiya parastina gel. Şîmal diyar kir ku hikûmeta AKP'ê di 24'ê Tîrmehê de şaşîtiya xwe ya herî mezin kir û dest bi awayekî fermî şer îlan kir û got, "Li dijî vî şerî gelê Kurdistanê û gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê, li ser bingeha parasina rewa xwedî mafê berxwedanê ne. Ji xwe li ser vê bingehê berxwedan hatiye nîşandan. Ciwanên Kurdistanê jî ji bo parastina gel a li hemberî teror û hovîtiya polîsên AKP'ê, ketine rewşa xweparastinê."
'Ciwan vîna xweparastinê ya gelê Kurd temsîl dikin'
Şîmal ragihand ku ew weke Komalên Ciwan berxwedana xweparastinê ya ciwanên Kurdistanê silav dikin û ev nirxandin kir: "Xweparastina li dijî êrîşan, refleksa herî xwezayî ya her însanÎ ye, helwesteke xwezayî ya parastinê ye. Eger ji aliyê hember êrîş an jî hewldaneke eciqandinê hebe, hûn neçar in xwe biparêzin. Ev maf mafê ji dema ji dayikbûnê ye. Ji bo her mirovê azad, bi qasî nan û avê girîng e. Parastin nebe, teslîmiyet dibe, eicqandin dibe. Mirovekî bêparastin mirovekî mirî ye. Ciwanên Kurdistanê jî êdî ne mîna yên berê ne. Ji her demê bêhtir rêxistinî, ji her demê bêhtir amade û xwedî baweriya pêşengiyê ne. Ji ber vê yekê, girîng e ciwanên Kurdistanê li hemberî terora dewletê ya li Kurdistanê xwe biparêze û gelê xwe biparêze. Ciwan vîna xweparastinê ya gelê Kurd temsîl dikin. Li ser vê bingehê her jina ciwan, her xortê ciwan divê berê xwe bidin eniyên berxwedanê, tevlî rewşa parastinê bibin û êdî rê nede dewleta Tirk a dagirker."
'Mirovên bê parastin mirîne'
Şîmal da xuyakirin ku hikûmeta AKP'ê û dewleta Tirk a mêtînger bi israr hewl dide îspat bike ku li nava bajaran hêzên çekdar hene û pevçûn di navbera du hêzan de diqewime û got, "Lê belê ev jî derewa dewleta Tirk e. Li bajaran, li navçeyan yanî îro li kolanên Botan, Serhed û Amedê ciwanên şoreşger û welatparêz ên gelê xwe ji teror û zilma dewletê diparêzin, xweparastinê dikin hene. Gel jî li pişt ciwanên li ber xwe didin e. Weke ku tê zanîn li gelemperiya cîhanê, ji ber têkoşîna me ya li dijî DAIŞ'ê, rewabûneke xurt a tevgera me heye. Dewleta AKP'ê ji bo vê rewabûna me qels bike, her tim dixwaze me bikişîne nava şer. Bi vî rengî hewl dide şerê daye destpêkirin rewa bike û têkoşîna azadiyê ya Kurd tine bike."
Endama Koordînasyona Komalên Ciwan Şîmal Ulkem Guneş da zanîn ku weke tevger ew di dema herî xurt a dîroka xwe de ne û li hemberî dewleta Tirk di rewşeke bi avantaj de ne. Şîmal diyar kir ku nakokiyên di navbera saziyên dewletê de, avanebûna hikûmetê û tecrûbeyên wan ji şoreşa Rojava bi dest xistî, li Bakurê Kurdistanê şert û mercên şoreşê bêhtir guncaw dikin û got, "Eger şaşîtiyên gelekî mezin neyên kirin, wê serketin ji sedî sed pêk were. Di dema pêş de gava cih li AKP'ê teng bû, dibe ku serî li Rêbertî bidin. Dibe ku agirbest jî pêk were. Lê belê yê ku bi agirbesteke nû yan jî bi banga Rêbertiya me gavê bi paş ve biavêje, dewleta Tirk e. Ciwanên Kurdistanê wê xweparastina gelê xwe dewam bikin."
'Ev pêvajo bi gel re rabûna serhildanê û meşandina têkoşînê ye'
Şîmal bal kişand xwerêveberiyên gel ên li Kurdistanê hatine îlankirin û destnîşan kir ku ji bo parastina van xwerêveberiyan, ciwan bi ruhê berxwedana Kobanê seferber dibin. Şîmal anî ziman ku divê ciwanên Kurd êdî neçin saziyên leşkeriyê yên dewleta Tirk, leşkeriyê red bikin û li hemberî dewleta Tirk a gel qetil dike, li tax û kolanên xwe bikevin rewşa xweparastinê. Şîmal da xuyakirin ku di şerê gel ê şoreşger de şer tê bîra mirovan lê belê gel tê ji bîr kirin û got, "Ev şer ne şerekî klasîk di navbera du hêzên leşkerî de li eniya şer e. Ev pêvajo bi gel re rabûna serhildanê û meşandina têkoşînê ye."
Şîmal anî ziman ku ev şer şerê azadiya gel e û axaftina xwe wiha dewam kir: "Ev şer şerê xwerêveberî û şerê xweparastinê ye. Divê şerê gel ên şoreşgerî bi vî rengî were fêmkirin. Naxwe ne mîna berê; wê gel lê bike û gel jî destekê bide. Gel wê xwe bi rêxistin bike, xwe bi rêve bibe û gerîla jî wê li dijî komkujiyên dewletê parastinê bike. Divê rol tevlîhev nebin. Yanî her tişt ji gerîla neyê hêvîkirin. Di vê pêvajoyê de gel hêza bingehîn û navendî ye. Ji xwe ya ku dewlet dixwaze şerê li hemberî komên çekdarî bi tenê ye. Ev yek xefikek e, divê mirov nekevin vê xefikê.
Mînak; dema dijmin hewl da bikeve nava taxekê, eger tevahiya şêniyên taxê biherike kolana û bi ço û keviran dijmin biqewirîne, berxwedaneke girseyî nîşan bide, hingî yekîneya dijmin careke din nakeve wê derê. Li hemberî girtin û binçavkirinan divê ciwanên Kurd ji sedî sed li ber xwe bidin."
'Divê gel mîna çemekî biherike kolanan û mêtîngeriyê ji holê rake'
Endama Koordînasyona Komalên Ciwan Şîmal Ulkem Guneş da zanîn ku ya li cem dewletê nîne li cem wan heye, ew jî hêza gel e û got, "Gelê Kurdistanê bi vîna xwe ya azad li cem me ye. Vîna gel dikare her tiştî bi ser bixîne. Ciwan gelekî ji hêza çekê bawer dikin. Ev yek tê wê wateyê ku haya wan ji hêza gel nîne. Ciwan li şûna ku li çekê bigerin, divê hêza gel derxînin holê. Ji gel re pêşengiyeke rast bikin û gel rakin serhildanê. Divê gel mîna çemekî biherike kolanan û mêtîngeriyê ji holê rake.
Li ser vê bingehê em ragihandinên xweseriya demokratîk stratejîk dibînin û bang li ciwanan dikin ku xwedî li xwerêveberiyên li Kurdistanê derkevin.
Di heman demê de divê têkoşîna xwerêveberiyê li metropolan jî belav bibe. Bi mîlyonan Kurdistanî îro li metropolên Tirkiyeyê dijîn. Bi pêşengiya ciwanên Kurd têkoşîna xweparastin û xwerêveberiyê li van bajaran jî divê deng vedin. Pêwîste ti kes ji xwerêveberiyê bêpar nemîne."
Şîmal diyar kir ku divê ciwan li her qadê çalakiyên berfireh lidar bixin û got, "Lê belê girîng e çalakiyên zerarê didin can û malê gel, neyên lidarxistin. Em têkoşîna azadiyê ya gelekî dimeşînin. Ji ber vê yekê divê bi ti awayî çalakiyeke biçûk a zerarê bide gel, neyê kirin. Mînak; çalakiyên şewitandina otobusan hatin kirin, em vê rexne dikin. Di rewşeke ku em têkoşîneke ewçend rewa û mafdar dimeşînin de, ne rast e ku em xwe bixin rewşeke bêçare. Şewitandina otobusên gel qelsî ye. Dibe ku çalakiyên bi vî rengî ji aliyê ciwanên şoreşger û welatparêz ve nehatibin kirin jî. Divê li ser vê bingehê were lêkolînkrin û hesap were pirsîn. Li aliyê din artêşa Tirk li Kurdistanê daristan nehiştin. Her der şewitand. Li hemberî şewitandina daristanan divê li ser bingeha perspektîfa xweparastinê bersiv were dayîn. Li ser vê bingehê dem dema xweparastinê ye. Wezîfeya demê ya ciwanên Kurdistanî xweparastin û parastina xwerêveberiyan e."
(zt)