DAİŞ'ê perestgeha Palmira yê hilweşand
10:22
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Midûriyeta Dîroka Antîka ya Sûriyeyê da xuyakirin ku çeteyên DAIŞ'ê li Palmîra ya ji meha Gulanê û vir ve dagir kiriye, perestgeh hilweşandiye.
Çeteyên DAIŞ'ê dijminatiya li dîrokê dewam dikin. Çeteyan perestgeha Balşamîn a li bajarê antîk Palmîra, bi teqemeniyan hilweşandin. Midûriyeta Dîroka Antîka ya Sûriyeyê da xuyakirin ku çeteyên DAIŞ'ê li Palmîra ya ji meha Gulanê û vir ve dagir kiriye, perestgeh hilweşandiye. Di daxuyaniya Mamûn Abdulkerîm de hat ragihandin ku perestgeh yek ji girîngtirîn berhemên li Palmîra bû. Hat gotin ku beşeke mezin a perestgehê hilweşiya ye.
Ev perestgeha ku di sala 17'an a piştî zayînê de ji bo bîranîna xwedayê ezmanan ê Fenîkeyiyan Balşamîn hat çêkirin, ji aliyê împaratorê Romayê Hadrîen ve di sala 130 de hat mezinkirin û berfirehkirin.
(zt)