Hevşaredarên hatin girtin bi lez sirgun kirin!

10:29

JINHA

AMED - Piştî îlankirina rêveberiyên cewherî di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de hevşaredarên Farqîn û Sûrê yên hatin girtin bi lez û bez hatin sirgunkirin.

Piştî ku li navçeyên Farqîn û Sûrê yên Amedê di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de di 19'ê Tebaxê de hatin binçavkirin û girtin duh ji aliyê addgehê ve hatin girtin. Hevşaredarên Farqîn û Sûrê duh di saetên êvarê de bi lez û bez sirgunî girtîgehên Enqere û Kirikkaleyê hatin kirin. Hevşaredarê Sûrê Seyîd Narîn û Hevşaredarê Farqînê Alî Riza Çîçeklî sirgunî Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê hatin kirin. Hevşaredara Sûrê Fakma Şik Barut û Hevşeradera Farqînê Yuksel Bodakçi û xebatkara Akedemiya Jinê Guneş Olmez jî sirgunî Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê hatin kirin.

(zt)