Digel serdeçûna leşkeran mertalên zindî û zomê Serhadê ji çiyê nayên xwerê
10:51
JINHA
WAN - Li Serhedê piştî îlankirina 'Herêmên demdar ya ewlehiya leşkeran' zomvan û mertalên zindî çalakî dan despêkirin û çalakî didome. Li Îdirê ji ber ku leşkeran xendek kolane bi sedan zomvan tevî sewalê xwe dorpêçkirî man. Lê bi destê mertalên zindî ew xendek hatin girtin û xwarin û av gihandin zomvanan. Li Qaqizman jî, ji bo tedbîrên wendahiyê can çênebe çalakiyê nobetê didome.
Ya ku herî zêde para xwe ji konsepta şer ya AKP'ê girtiye zomvanê zozanane. Li hember îlankirina 'Herêmên demdar ya ewlehiya leşkerî' di 4'ê Tebaxê de bi pêşengiya HDP, DBP û KJA noqteyên mertalên zindî hatin avakirin û tevî zomvana welatî nobetê digrin.
Çalakiya Mertalên zindî li Başûrê Çiyayê Agirî yê li Bazîdê dinêre, li Bakurê wê li milê Îdirê û li Çiyayê Tendurekê li sê cihan berdewam dike. Cardin li Kagizmana Qersê jî di 16 tebaxê de gel çalakiya mertalên zindî da destpêkirin. Piştî 15 rojan çalakiya mertalên zindî li Çiyayê Agirî hatibû destpêkirin bi dawî bû. Lê DBP’î dibêjin ku dema li dijî gundiyên zozanan mudaxeleyek çêbibe dê çalakiya xwe cardin bidin destpê kirin. Li Îdir û Qersê çalakiya mertalên zindî berdawam dike.
'Leşker xendekan dikole!'
Welatî li Îdirê di quntara Çiyayê Agrî de li hember operasyonan konê xwe vedane û bedenê xwe kirine mertal li dijî şer. Leşkeran heya 4'ê Îlonê dem daye ku gundê Gewro û zozan bên valakirin. Lê belê ne zomvan, ne niştecihên gund û ne jî welatiyên ku ji bo bibin mertalên zindî gav paşve avêtine. Leşker li hember vê yekê riyên gel bi hinceta ku 'îxbarê mayînê heye' digrin û xendekan dikolin.
'Av jî qûtkirin'
Li aliyê din jî kaniyên avê ên ku diçin zozana û bi sedan welatî û sewal li ser xwedî dibin hatin qûtkirin. Welatî jî bêy ku gav paşve bavêje ji bo ku xendekan bigrin makîneyê xebat anî û dest bi girtina xendekan kirin, li ser vê yekê polîsan dest danî ser makîneyê xebatê. Li ser vê yekê welatî û zomvan li hev kombûn û li gorî derfetên xwe hewldidin xendekan bigrin. Bi girtina xendekan av û zexîre gihêşt zomvanan. Li hember hemû astengiyên dewletê cardin mertalên zindî û zomvan ji zozanên Korhanê nayên xwarê.
Li çiyayê Tendûrekê bombe baran hatkirin
Her wiha çalakiyên mertalên zindî li çiyayê Agirî û Tendûrekê jî didome. Welatî li dijî operasyonên şer konên xwe vedan û diyar kirin ku ew ê pêşî li mirinan bigrin û nehêlin ku zozan, gund û mezra bên valakirin û çalakiyê nobetê 15 rojan berdewam kirin. Dema ku welatî li çiyayê Tendûrekê çalakiyê xwe didomandin helîkoptera TSK'yê herêmê bombe baran kirin. Piştî ku li herêmê çalakiya nobetê bi dawî bû DBP'ê da zanîn ku li hember rewşên awerte dê carek din bibin mertalên zindî.
Li Qaqizmanê nobet heye
Li navçeya Qaqizmanê a Qersê welatî noqteya mertalên zindî avakirine û naxwezin zozanên xwe berdin. Ji 12'ê Tebaxê piştî ku 'Herêmên demdar ya ewlehiya leşkeran' hat îlankirin welatî jî ji 13'ê Tebaxê li dijî operasyonan û valakirina gund û zozanan çalakiyên xwe a bûyîna mertalên zindî didomîne. Li Tekorê piştî ku 3'ê gerîllayên HPG'ê ji aliyê leşkeran ve bi îşkence hatin qetilkirin, welatî li ser vê bûyerê derketin çiyê û dest bi çalakiya nobetê kirin. Welatî dibêjin: "Em ji bo ku pêşî li wendahiya can û herêmên ewlehiyê a taybet bigrin li virin'.
Çalakî dê bidome
Li aliyê din operasyon li herêma Silim û navçeya Qamuşan a Qarsê didome. Mertalên zindî dibêjin: "Em ê destûrê nedin kes ku bimire. Ev çiya û ax ne bê xwediye û heya dawî emê biparêzin. Heyan êrîşên ser şivan û operasyonên leşkerî raneweste emê çalakiya xwe bidomînin."
(rc)