Hevşaredara Erdamitan Sevil Rojbin Çetin hat binçavkirin
11:15
JINHA
WAN - Hevşaredara Erdamitan Sevil Rojbin Çetin girtin binçavan û birin Şaxa Emniyeta Muduriyeta TEM a Erdamitan.
Serê sibê dema ku polîs hatin ber avahiya Şaredariya Erdamitan Hevşaredara Erdamitan Sevil Rojbin Çetin girtin binçavan û bi hinceta îfadê birin Şaxa Emniyeta Muduriyeta TEM a Erdamitan. Bi sedan xebatkarên şaredariyê û welatiyan girtina Sevil protesto kirin û bi çepikan heya ber derê emniyetê çun.
Li Edeneyê ciwanek bi lêdanê girtin binçavan
Li ser cadeya Şakirpaşa ya Taxa Ova ya navçeya Seyhana Edeneyê ciwan hatin bahev û qirkirinên tên kirin pirotesto kirin, di dema protestoyê de rastî mudaxeyeya polîsan hatin. Piştî mudaxeleyê şer despêkir. Dema ku şer demdirêj berdewam kir belavî nava kolanan bûn, polîsan di nava kolanan de bi wesayîtên zirxî gulebaran dikirin. Di dema gulebaranê de ciwanê 21 salî Erkan Aydin ji her du lingên xwe birîndar bû, hat tarp kirin û girtin binçavan. Li gel Erkan Aydin 8 ciwan bi darbkirinê girtin binçavan. Polîsan Erkan birin Nexweşxana Dewletê ya Edeneyê, hîna tedawî nekirî rakirin birin Şaxa Emniyeta Muduriyeta TEM a Edeneyê.
Parêzar Tugay Bek bertek nîşanî nîvçe hêlana tedawiya Erkan da û wiha got: "Dema ku em çun emniyetê hînbûn ku wê şevê îfada wan nagirin. Heger îfade nedigirtin wê demê ew acele ji bo çî bû? Çima tedawiya wî di nîvî de hêlan û birin? Ji xwe Erkan di nexweşxana dewletê de dihat girtin. Ji xwe rewşek wi ya revê jî tinebû. Ev sepandin li dijî mafê mirovanin."
Li Geverê êrîşên ser mala gel
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê şevê din tîmên taybet bi wesayîtên zirxî li taxa Cumhuriyetê bi ser Mala Gel de girtin. Hat ragihandin ku berî serdagirtinê tîmên taybet barîkatên di ketina tax de gulebaran kirin û pişt re bi funyeyan barîkat teqandin. Tîmên taybet pişt re bi ser Mala Gel de girtin û derî û paçeyê wê şikandin û hemû alav û amûrên malê belav kirin.
Di serdagirtinê malê de tîmên taybet wêneyên şervana YPJ'ê Arîn Mîrkan çirandin. Du roj berê jî polîsan bi ser Mala Gel a li taxa Ormanê de girtibûn û derî û paçeyên wê û hemû alavên malê şikandibûn.
Li Nisêbînê 3 kes hatin binçav kirin
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê tîmên taybet û ên sivîl îro di saetên serê sibê de bi ser gelek malan de girtin. Di serdagirtina malan de Rêveberê DBP’ê yê Nisêbînê Erhan Dînç, Hevseroka HDP’ê ya Nisêbînê Sabîha Gunduz, Berdevkê MEYA-DER’ê yê Nisêbînê Salîh Cebe bin çav kirin. Hat zanîn ku siyasetmedarên kurd ji ber "Rêveberiya cewherî" îlan kirine hatine binçavkirin. Hat ragihandin ku di serdegirtina malan de deriyê gelek malan şikandin û li ser navê lêgerînê mal tarûmar kirine.
Siyasetmedarên kurd birin Midûriyeta Polîsan a Nisêbînê.
Li Erxeniyê 4 kes hatin girtin
Li navçeya Erxênî ya Amedê ji 7 kesên ku roja berê hatibûn binçav kirin 4 ji wan li Dadgeha Ceza ya Sulh a Erxenî hatin girtin. Hevserokê KURDÎ-DER a Erxeniyê Mehmet Taşkesen, Endamê Meclîsê ya Erxeniyê Necmî Şahîn, Engîn Şahîn û Şadî Yaman birin Girtîgeha Tîpa D ya Amedê.
Rêveberên navçeya DBP'a Xîzanê hatin girtin
Rêveberên DBP'a Xîzanê Adnan Şimşek, li Bexçê Çayê yê Feqiyê Teyran ji aliyê polîsan ve hat binçav kirin. Adnan Şimşek yê ji cihê karê wî destê wî kelepçe kirin birin Emniyeta Muduriyeta Navçeya Xîzanê.
(zt)