Farqîn cardin dibin darpêça polîsan dene!

11:19

JINHA

AMED - Tîmên taybet bşi wesayîtên zirxî 4 taxên Farqînê yê di bin kontrola hêzên parastina cewherî de ne dorpêç kirin.

Li navçeya Farqîna Amedê tîmên taybet bi wesayîtên zirxî taxên Tekel, Mescît, Selahattîn û Konakê yên di bin kontrola hêzên parastina cewherî de ne û li hemberî êrîşan li ber xwe didin doprêç kirin. Hat zanîn ku wesayîtên akrep û kobra li kuçe û rêyên taxan hatine bicihkirin û gelek tîmên taybet jî şandine wir. Tîmên taybet her çar tax dorpêç kirin.

Parlamentera HDP'ê Feleknas Ucan, rêveberên HDP û DBP'ê jî di nav de li ser îhtîmala êrîş û qatlîamê çûn navçeyê.

(zt)