Jinên Ciwan polîtîkayên şer ên AKP'ê şermezar kirin

11:20

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Ciwanên Azad, polîtîkayên şer ên AKP'ê li bajarê Elmanya Bocholtê şermezar kirin.

Endamên Jinên Ciwanên Azad, polîtîkayên şer ên AKP'ê û komkujiya li Zergelê şermezar kirin. Di dema çalakiya li navenda Bocholtê de jinan êrîş û komkujiyên AKP û DAIŞ li Kurdistanê dikin vegotin û belavok belav kirin. Di çalakiyê de jinan wêne û karîkaturên li ser komkujiyan danîn erdê û bi bikaranîna maskeya Erdogan re destnîşan kirin ku berpirsyarê sereke yê komkujiyan Erdogan e.

Jinên Ciwan dan xuyakirin ku ew ê li Bocholtê li dijî komkujiyan bêdeng nemînin û koalîsyona AKP-DAIŞ'ê bi tundî şermezar kirin. Ciwanan bal kişandin ser xeteriya qirkirinê ya li ser Kurdan û xwestin bomberdûmana herêmên Kurdan tavilê were sekinandin.

(rc)