Li Çiyayê Bagokê awaz û tilîlî dengvedide
12:13
JINHA
MÊRDÎN - Çalakiya mertalên zindî a ku bi armanca pêşî li operasyonan bê girtin hatibû despêkirin di roja 8'emîn de didome. Di çalakiya mertalên zindî a ku bi giraniya wê jinin de ji şev heya sibê bi tililî û awazên jinan dengveda çiyan.
AKP'ê her ku diçe hewldide polîtîkayên xwe yên şer kûrbike. Yek ji 'Herêmên taybet a ewlehiyê' ku hatiye îlankirin Çiyayê Bagokê a ku dikeve navçeya Nisêbîna Mêrdînê. Welatî berî 8 rojan, ji bo ku pêşî li operasyonan bigrin li dora herêma 'Goristana Ayten Tekîn, Egît Suruç' dest bi çalakiya mertalên zindî kirin. Çalakî şevê din ji aliyê Meclîsê Dayikên Aştî, Parlementera HDP'ê Enîse Gûneylî, xebatkarên Navenda Çandê a Mîtanî û hilbijarên HDP'ê hat dewir girtin. Niştecihên gundê Marîna jî şevê din beştarî çalakiyê bûn.
Di çalakiya ku heya sibê bi coş berdewam kir de dûrişmeyên "Bijî berxwedana gel", Bijî Serok Apo" hat berzkirin. Bi deng û awaza xebatkarên Navenda Çandê a Mîtanî çalakvan govend gerandin. Heya ku tîrêjên rojê derket jî li Çiyayê Bagokê stran û awaz dengvedida. Bi avabûna rojê re gelek kes nimêjê xwe ya sibê kir û duayên aştiyê xwendin.
Di çalakiya mertalên zindî de a ku bi giraniya wan jine gotin: "Êdî em naxwezin kes bimire. Leşker gundê me dagirdikin. Em nikarin sewalê xwe biçêrînin. Şivan ditirsin. Bila êdî ne leşker ne jî gerîlla bimirin."
Li aliyê din zarokên ku tevî malbatên xwe çûne çalakiyê bi coşek mezin dileyzin. Zarokan jî wiha hestên xwe vegotin: "Em dixwazin di nava aştiyê de bijîn. Êdî em naxwazin kes bimire. Bila zarok nemirin em dixwazin ji xwe re bileyzin."
Çalakiya mertalên zindî didome.
(rc)