Li Wanê hilbijêr û xebatkarên şaredariyê li ber emniyetê kombûne

13:02

JINHA

WAN - Rêveberên navend û naveçyên DBP û HDP'ê yên Wanê bertek nîşanî girtina Hevşaredara Erdamitan Sevil Rojbin Çetin dan, li gel endamên meclisên taxan û xebatkarên şaredariyê li ber Şaxa TEM ê kombûne.

Bi sedan xebatkarên şaredariyê girtina Hevşaredara Erdamitan Sevil Rojbin Çetin protesto kirin û heya Emniyeta Muduriyeta Wanê wesayîta polîsan şopandin. Dema ku Rojbîn ji bo qontrola tenduristiyê birin nexweşxanê û cardin anîn emntiyetê li kenarên rê hevşaredarên navçeyeyên dinê Rêveberên navend û naveçyên DBP û HDP'ê yên Wanê, endamên meclisên taxan li gel bi sedan xebatkarên şaredariyê polîs pirotesto kirin. Dema ku Rojbîn girtin emniyetê bi sedan li ber derî li bendê sekinîne.

(zt)