Ketina Farqînê hat qedexekirin ji hindir dengê çekan bilind dibe
13:48
Tebax
24
/ 2015
JINHA
AMED - Farqîn bi giştî dibin dorpêça polîs û leşkeran dene, hewildidin navçeyê vala bikin, di dema valakirinê de dengê çekan bilind dibe.
Ji navçeya Farqîna Amedê ya ku bi rojan dibin dorpêça polîs û leşkeran de mayî, ser wan gulebaran kirî, mal, cihên kar û wesayîtên wan şewitandîn cardin dengê çekan bilind dibe. Ketin û derketina navçeyê ji aliyê polîs û leşkeran ve tê asteng kirin, navend bi giştî valakirine. Ji taxên navendê dengê çekan bilind dibe. Ji navçeyê helikopter bilin dibin û şebeke hatiye birîn.
(şa/zt)