Jinên ku li Emniyeta Edeneyê hatin binçavkirin îskenca zayendî lê kirin!

14:08

JINHA

EDENE - Li Taxa Daglioglu ya navçeya Seyhanê jina 25 salî Figen Şahin dema ku hat binçavkirin di otobusa polîsan û emniyetê de rastî îskenca zayendî hatiye. Figen a ku çek dane ser herêma genital û bedena wê, pihîn lê dane di rêveçonê de zoriyan dikişe hîna dibin çavan de tê girtin. Parêzerên wê de derbarê polîsan de serlêdana suc kirin.

Li Taxa Daglioglu ya navçeya Seyhanê ya Edeneyê li hember êrîş û operasonan Meclisa Gel rêveberiya xwe ya cewherî avakirin. Piştî îlankirina rêveberiya xwe ya xweser polîsan bi guleyên rastî êrîşî gel kirin, ji 10 kesan zêdetir darbkirin û girtin binçavan. Yek ji yên hatîn binçavkirin jina 25 salî Figen Şahin di otobusa polîsan û Emniyeta Muduriyeta Edeneyê de rastî îskenca zayendî hat. Li gotî agahiyên Figen dibin çavan de bi parêzera xwe re par kirî wiha ye; dema ku Figen li wesayîtê siwarkirin li herêma genital û bedena wê çek kêşane, pehîn û mist lêdane.

Figena ku niha hatiye rewşa nikare rêvebiçe, porê wê jî kişandine ji ber darbên bi qundaxa çekê lêdane li ser laşê wê û serê wê gelek cihên mor hene. Parêzer da zanîn ku Figen hatiye rewşa nikare rêvebiçe. Parêzer destnîşan kir ku dê di derbarê polîsan de ji ber îskenca zayendî serlêdana suc bike.

Li galiyê dinê hat zanîn ku 8 kesên dinê yên li gel Figen hatine girtin rastî îskencê hatine.

(zt)