Li Gever û Farqînê hewlên qirkirinê!
14:48
JINHA
AMED/COLEMÊRG - Li taxên Orman, Yeşîldere, Mezralik û Dize yên Geverê tîmên tayîbet bi tankan êrîş dikin. Li Farqîna Amedê jî sekvan tên bicîh kirin.
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê bi rojan e ji ber polîtîkayên şer topyekun ê AKP'ê gengeşî heye. Tîmên taybet bi tankan êrîşî taxên Orman, Yeşîldere Mezarlik û Dizê yên ku ji hêzên parastina cewherî ve tên parastin kirin. Leşker û polisên bi wesayîtên zirxî ketin nava taxan bi bersiva hêzên parastina cewherî rû bi rû man. Li taxan di navbera hêzên parastinê û hêzên dewletê de pevçûn derket. Her wiha ji Fermandariya Cendermeyan a Geverê hawanek avêt taxa Ormanê. Hwana ji hêla leşkeran ve hat avêtin li ber malekê ket û zirara madî çêbû. Pevçûna li navçeyê hêj didome.
Li Farqînê jî sekvana bicîh dikin
Li navçeya Farqîna Amedê Walîtiyî ji saet 12.00'an de qedexeya derketina kolanan îlan kir. Polîsên tevgera taybet ên Tirk, li 4 taxên Farqînê yên dor li wan girtibûn dest bi operasyonê kirin. Li navçeyê, heta demeke ne diyar derketina derve hat qedexekirin. Li navçeyê sekvanan bicîh dikin.
Polîsên ji wesayîta zirxî derketin ji bo polîsan gotinên weke "Ji bo ewlehiya canê xwe ji vêderê durkevin" gotin.
(şa/zt)