Jinan danezana xwe ya aştiyê bi çapemeniyê re par kirin
14:59
JINHA
AMED - Di kampanyaya ku heya niha ji aliyê jinan ve bi tevahî 718 îmze hatiye civandin de bi deklerasyona aştiyê bi raya giştî re hat par kirin. jinan wiha got: "Wekî hemû cîhanê muhatap di şert û mercên wekhev de werin gel hev û dest bi muzekeran bikin. Ji bo ku aşitî mayinde bibe, xalên deklerasyona Dolmabahçe bi lez û bez bikevin jiyanê."
Jinên Tirkiyeyê encama kampanyaya îmzeyan a li hemberê êrîş, provokasyon, pêvajo û aşkerekirina vîna jinan a ji bo aşitiyê li Salona Resepsiyona Sumerpark a Amedê bi civîneke çapemeniyê aşkere kirin. Li salona civîn lê pêk hat posterên ku navên kesên di şerê ji 20'ê tîrmehê destpêkirî heya niha jiyana xwe ji dest dane, wêneyên şewitandina daristanan ên li Kurdistanê û komkûjiyên pêk hatî û afîşên ku gotinên dayikên leşker û gerîlayên jiyana xwe ji dest dane hatine nivisandin hatin daliqandin. Di kampanyaya ku heya niha bi tevahî 718 îmze hatiye civandin de, îmzeyên hunermend, akademisyen, hevşaredar, nivîskar û nûnerên rêxistinên sivîl hene.
'Di hemû şeran de her dem êrîş ser jinan pêşketiye'
Civîn bi axaftina Seroka KJA'yê Ayla Akat Ata dest pê kir. Ayla diyar kir ku pêşketinên 3 salên dawî û qonaxa ketine nav aşitî ne xeyal bû. Ayla anî ziman ku jinan biryara vê şerî nedane lê yê herî bandor li ser wan dike jinin û di her pêvajoya şer de bedena jinê wek e ganîmet tê dîtin û di pêvajoya şer de hemû êrîş li ser jinan pêş dikeve. Ayla, balkişand ku rêxistinbûyîna jinan û got ku rêxistinbûna jinan ji hêla alîgirên şer ve wek e tehdîtek tê dîtin û wiha got: "Vaye ji ber vê yekê ye em ji her derê Tirkiyeyê li hev dicivin û ji bo em xwe bigihîjînin parastina çareseriyeke demokratîk û encamek jê vê têkoşînî derbixin riyeke û di vê riyê de em bi hev re dikarin bimeşin, ragihînin li vir in."
'Konsepta şer li holê ye'
Hevseroka Giştî ya KESK'ê Şaziye Kose li ser navê jinan metina daxuyaniyê xwend û got: "Em jinên ku mor dikin" zihnîyeta serdestiya zilam pişta xwe da demokrasiyê aşitiyê, çareseriyê, wekheviyê û azadiyê. Kose, da zanîn ku serdestiya zilam niha li dijî mirovahiyê tewambar e û wiha got: "Her çiqas bi sinor bû jî diyalogan deriyê çareseriyê vekirî dihişt. Hêvî hebû ku di encama muzekeran de gavên demokratikbûnê bi deklerasyona Dolmabahçe mumkun be. Lê hevdîtin qut bûn rêzikname konsepta şer hat meşandin."
Şaziye, balkişand li ser êrîşên hovane yên di demên dawî de pêk tên û wiha pê de çû: "Her roj bi dehan binçavkirin, bombebarandin, operasyonên leşkerî û siyasî, şewitandina daristana, îlankirina 'heremên ewlehiyê' ku gel dike koçber, wendakirina bi dehan canê ciwanên sivîl û zarokan, bi kurtasî hemû jiyan dikevê bin zordariyê. Em jin hîn jî bibawerin ku âşitî û çareseriya demokratik mumkun e. Çimku di encamê de her şer aşitiya xwe jî bi xwe re diafirîne. Dîrok bi tecrubên gel û jinên ku aşitiya xwe afirandine têr û tije ye. Em jinên ku di riya vê mîrasa de têkoşînê didin ji her rengî, her dengî, her baweriyê, her çandê di vê erdnigariyê de ji zihniyeta serdestiya zilam ku şerê îktidarê xwe didomîne re bêdeng namînin û qebûl nakin."
'Divê xalên deklerasyona Dolmabahçe bi lez û bez bikevin jiyanê'
Şaziye, li hemberê van êrîşan jî dê wek e jin têkoşîneke çewa bimeşînin jî aşkere kir û wiha got: "Li dijî îktidara serdestiya zilam ya ku nijatperest, zayendperest, milîtarîst, zordar û banga şer dike, vîna biratiya gelan, jiyana wekhev, edalet, demokrasî, azadî û aşitî dê bibe pusula me jinan. Hewceye di demake herî zû de, rê û rêbazên bêpewçûn çêbibe, vegerin pêvojoya aşitiyê û demokrasiyê. Wekî hemû cîhanê muhatap di şert û mercên wekhev de werin gel hev û dest bi muzekeran bikin. Ji bo ku aşitî mayinde bibe, xalên deklerasyona Dolmabahçe bi lez û bez bikevin jiyanê."
(zt)