Ulla Jelpke: AKP'ê tu car di mijara aştiyê de li hember Kurdan ji dil nebûye
15:06
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Parlementera Partiya Çepgirê Almanya (Die Lînke) Ulla Jelpke têkiliya AKP'ê û DAIŞ'ê nirxand û diyar kir ku AKP'ê tu car di mijara aştiyê de li hember Kurdan ji dil tevnegeriye û wiha got: "Ji ber ku HDP'ê li hember dîktatoriya wî sekinî AKP'ê pêvajo bi dawî anî."
Hikûmeta Alman di rojên borî de hincet nîşan da ku êdî tehdîda Suriyê ya li hember Tirkiyê nemaye û daxuyand ku fûzeyên patriot a ku li sînorê Suriyê bi cih kiriye dê vekşîne. Li ser vê yekê di çapemeniya giştî de nîqaş despêkiribûn. Parlementera Partiya Çepgirê Almanya (Die Lînke) Ulla Jelpke jî hem derbarê têkiliyê AKP'ê û DAIŞ hem jî vekşîna patriotınê de nirxandin kir. Ulla anî ziman ku, ji bo hikûmeta Alman pirsgirêkê personelan û faktorê tehdîdê ne hincete û wiha got: " Li gorî texmînê min, hikûmeta Almanya yê naxwaze leşkerên xwe di nava seneroyoya şer a YPG'ê û DAIŞ'ê de maruz bihêle. Li aliyê din piştî êrîşên hewayî ya li hember PKK'ê a Bakûrê Iraqê, gumanê ku êrîş li hemû herêman belav bibe jiyan dike. Ji ber vê yekê îhtîmalê ku li Tirkiyê jî rageşî derbikeve heye."
'Nekokiya di navbera Berlîn-Enqerê de derket holê'
Ulla destnîşan kir ku nekokiyên di navbera Berlîn û Enqere de derketiye holê û wiha domkir: "Hikûmeta Almanya yê dizane ku demek dirêj piştgirî da Tirkiyê, DAIŞ û rêxistinên terorê yên din. Ji ber têkiliya di navbera wan de demek dirêj bê deng ma. Lê êdî nekokiyên di navbera Berlîn û Enqerê derdikeve holê. Hikûmeta federal di rewşa heyî de alîgirê aramiya Rojhilata Navîne. Her wiha tirsa cîhatçî vegerin Ewropayê û li vir êrîş pêk bînine dijî."
'Divê hikûmeta Federal qedexeya PKK'ê rake'
Ulla her wiha qala qedexeya ser PKK'ê jî kir û wiha dirêjî da gotina xwe: "Eger hikûmeta Federal di vê mijarê de cidî be, wê demê pêwîste qedexeya ku Almanya yê a li hember PKK'ê jî rake ku bibe mînakek rast. Rakirina fuzeyên patriontê hem franksiyona partinyên çep a meclîsê hem jî tevgerên aştî daxwaz kiribûn. Ji ber vê yekê gava ku hikumeta Federal avêtiye a di vê mijarê de wan kêfxweş kiriye. Di warê hevgirtinê de jî di rewşa heyî de divê firotina çekan ji Tirkiyê re bide rawestandin. Eger nede rewastandin dê ev çek di şer de li hember Kurdan û şerê navxûyî a Suriyê kûr bike û ev yek jî tê wateya benzîn li agir kirine."
'Dixwazin serkeftinê YPG'ê asteng bikin'
Ulla diyar kir ku AKP'ê tu car di mijara aştiyê de li hember Kurdan ji dil tevnegeriye û wiha got: "Ji ber ku HDP'ê li hember dîktatoriya wî sekinî AKP'ê pêvajo bi dawî anî. Bi êrîş birina ser qampên PKK'ê, ne tenê têkoşîn li hember DAIŞ'ê zeyf dike her wiha rîskê ku li Tirkiyê jî şerê navxûyî derkeve daye berçavan. Li hevkirina Tirkiyê û hêzên hewayî a ABD'ê ya herêma tempon li bakûrê Suriyê tê wateya kûrkirina şerê navxûyî a Suriye yê. Bi aweyek eşkere diyar dibe ku wê bandora xwe li Tirkiyê jî bike. Herêma tempon ne ji bo leşkerên bi pere yên ku dijî hikûmeta Esad şer bikin, her wiha li dijî Kantonên Kurdan Efrîn û Kobanê dixwazin herêma tempon avabikin û bi vê yekê dixwazin serkeftin û pêşve çûna YPG'ê asteng bikin."
'Dibe ku DAIŞ li Tirkiyê jî çalakiyên tolhildanê pêk bîne'
Ulla anî ziman ku, li dijî hikûmeta Suriyê û Kantonên Rojava a Kurdan, AKP'ê piştgirî di warê çek û zexîreyan de dide DAIŞ û rêxistinên terorê yên din û ev yek bi belgeye. Ulla êrîşên di mitînga HDP'ê ya Amedê û komkujiya Pîrsûsê jî bi bîrxist û wiha got: "Piştî êrîşa ku li Pîrsûsê pêkhatî jî ez guhertin di têkiliya Tirkiyê û DAIŞ'ê de nabînim. Di encamê de êrîş û binçavkirin ne li hember DAIŞ'ê li hember PKK'ê û HDP'ê ye. Dibe ku DAIŞ li Tirkiyê jî çalakiyên tolhildanê pêk bîne heye."
(rc/