KJA: Waliyê Agiriyê li ser suc hat girtin

15:31

JINHA

AGIRÎ - Aktîvîstên KJA'yê li dijî daxuyaniyên Waliyê Agiriyê Musa Işin nerazîbûn nîşan dan. Aktîvîsta KJA'yê û Endama Meclîsa Şaredariyê Yelîz Karaaslan a nirxandina "Walî beg em bi kêfxweşî dibêjin ku tu li ser sûc hatî girtin" kir ev tişt anî ziman. "Divê walî beg ev jinên ku hatine revandin û hatine tecawizkirin li kîjan bajarî ne bi delîlan aşkera bike. Heke wisa neke dê wekî memûrê dewletê yê derewîn û îftiker di mejiyê me de bimîne."

Li dijî gotinên Waliyê Agiriyê Musa Işin ê rojên borî li Agiriyê bi xebatkarên çapemeniyê re hate cem hev û daxuyanî da nerazîbûn didome. Aktîvîstên KJA'yê, Hevşaredara Agiriyê Mukaddes Kubîlay û Parlamentera Agiriyê Dirayet Dîlan Taşdemîr bi daxuyaniyê li dijî daxuyaniyên Işin nerazîbûn nîşan didin. Li ser navê jinan Endama Meclîsa Şaredariya Agiriyê Yelîz Karaaslan metna daxuyaniyê xwend û diyar kir ku şer bêyî mafdar û bi maf ji bo hemû zindiyan qirkirinek e.

Yelîz a ku îfadeyên "Walî beg em bi kêfxweşî dibêjin ku tu li ser suc hatî girtin "û wiha berdewam kir: "Wekî ku ev 30 salin tê kirin gotinên teror û al ê ve li ser qirêjiyên xwe girtiyê hînbûnê we ne û ji vê ferasetê venegeriyan. Diyar e ku walî gotinên bi şik hez dike. Dibêje bajarekî me lê navê bajar nade. Lê em hemû dizanin ku heke tiştekî wisa rastbûye dewlet û çapemeniya hewzê ev yek dê ji hemû cihanê re ragihanda."

Yelîz destnîşan kir ku rayedarên dewletê yên ku heta niha der barê jinên ku ji aliyê DAIŞ'ê ve hatine dîlgirtin tiştek negotine û heta dawî piştgirî dane wan. Yelîz wiha axivî: "Niha em ji Walî dipirsin. Walî beg ger PKK'ê rêxistineke wisa be çawa hê jî bi hezaran jin tevli vî rêxistinê dibin. Divê walî beg ev jinên ku hatine revandin û hatine tecawizkirin li kîjan bajarî ne bi delîlan aşkera bike. Heke wisa neke dê wekî memûrê dewletê yê derewîn û îftiker di mejiyê me de bimîne."

Parlamentera Agiriyê Dîrayet Taşdemîr jî anî ziman ku di vî pêvajoya ku pevçûn careke din zêde bûne de dewlet careke din vegeriyaye konsepta salên 90'an.

(rc)