Li Farqînê pevçûnên dijwar

16:31

JINHA

AMED - Piştî li Farqînê qedexeya derketina derve hat îlankirin polîsan bi wesayîtên zirxî navçe dorpêç kirin. Li taxên di bin kontrola hêzên parastina cewherî de ne di navbera ciwan û polîsan de pevçûnên dijwar dest pê kir.

Piştî walîtiya Amedê li navçeya Farqînê qedexeya derketina derve îlan kir şûnde polîs bi wesayîtên zirxî taxên Konak, Tekel, Mescît û Selahattînê yên di bin kontrola hêzên parastina cewherî de ne dorpêç kirin. Ciwanên taxan diparêzin bersiv dan êrîşên polîsan û li taxan pevçûnên dijwar dest pê kirin. Bi destpêkirina pevçûnan re rojnamegerên Cemiyeta Rojnamegerên Azad û rojnamegerên Tirkiyeyê xwestin têkevin taxan. Polîsan bi TOMA û wesayîtên zirxî li ser rêya Gazî ya ber Mizgefta Selahattîn Eyyubî pêşiya rojnamegeran birîn. Polîs anonsa heke belav nebin ew ê êrîş bikin kir û li ser vê anonsê rojnameger ketin hewşa mizgeftê. Dawiyê rojnameger derbasî Şaredariya Farqînê bûn.

(rc)