Parlamentera HDP’ê ya li Farqînê: Operasyonê tavilê rawestînin

17:25

JINHA

AMED - Parlamentera HDP’ê ya Amedê Nûrsel Aydogan a li Farqînê ye got ku êrîşên polîsên tîmên taybet didomin û li sê taxan ewlehiya gel nîne. Nûrsel got: “Operasyonê tavilê rawestînin.”

Li taxên Mescîd, Tekel û Konak ên Farqîna Amedê êrîşên polîsên tîmên taybet didomin. Li navçeya ku derketina derve hatiye qedexekirin, dengê teqîn û guleyan kêm nabe.

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Nûrsel Aydogan ev agahî da: "Dengê teqîn û çekan tê. Derketina derve hê jî qedexe ye. Her cih ji aliyê polîs û leşkeran ve hatiye dorpêçkirin. Me xwest em bikevin taxan, lê rayedaran bi gotina, ‘Wê operasyon’ bê kirin, em astengkirin. Operasyon jî hê didome. Bendên di ketina taxan de hatibûn danîn em dizanin ku tîmên taybet rakirine. Divê di vê rewşê de dawî li operasyonê bînin. Lê dengê teqîn û guleyan qut nebûye. Em ji bo gelê di van taxan de bi fikar in. Gel di nav pevçûnan de maye. Divê tavilê dawî li operasyonê bînin.”

(rc)