Ayla Akat: Em hişmendiya jinan dike malzemê şer napejirînin

09:49

JINHA

AMED - Seroka Komela KJA yê Ayla Akat Ata diyar kir ku gotinên Waliyê Agiriyê Musa Işin yên weke 40 jin ji aliyê PKK'ê ve hatin revandin weke hişmendiya mêran a şer ser jinan nirxand û got: "Em şahidiya xebitandina jinan û rêşîkirinê nakin. Em vîna ku beden û rastiya jinan dikin malzemeyê şer na pejirînin."

Waliyê Agiriyê Musa Işin di 22'ê tevaxê de gotibû: "Di navendem me de nêzî 40 keçên ciwan hatine revandina çiyan, ew nikarin li malbatên xwe vegerin bi zorê li wê tên girtin. Mirovên me bi namusê tehdît dikin." Seroka Komela Kongra Jinên Azad (KJA) yê Ayla Akat Ata da zanîn ku wan di derbarê Walî de karê pêwîst dane despêkirin. Ayla destnîşan kri ku di her şeran de ser bedena jinan civakê dixebitînin, ewê desturê nedin AKP û ajanên wê jinan bidin xebitandin.

'Şer her dem pêvajoyek der hiquqî îfade dike'

Ayla balkişand ser daxuyaniyên dewletê û bîrokratên wê û wiha axivî: "Ew daxuyanî her yek ji ya dinê xiratir di aliyê jin û civakê de tiştên şaşwaz hene. Em dizanin şer weke her demê qirêje, em dizanin di nava şeran de pêvajoya der hiquqî îfade dike. Herî zêde jî bîrokratên dewletê di vê mijarê de xwe weke mertalên bêceza di pişt gel de hîs dikin. Di nava pêvajoyê de cardin helwestên weke li jinan dixin, di nava şer de jinan weke alet dîtin û bi ser jinan de hemû manewyata civakê girtinê nîşan didin. Bi tayîbetî ez dinava neyînikê de dibêjim dixwazin ser gotinên weke 'namus' 'şeref' vê manewyatê weke alet bikin."

'Waliyê Agiriyê ye lê nûneriya gelê Agiriyê nake'

Ayla wiha berdewam kir: "Salên 90'an encamên çawan derxistin holê, polîtîkayên çawan hatin meşandin li ber çavane, dewletê doz vekirin lê ji aliyê daraza dewletê ve sucdar hatin parastin, em dizanin biriyarên wiha li AÎHM'ê jî derketin. Niha tiştên ku divê walî neke û nebêje dike. Bêguman dê ev gotin weke gotinên walî derbazî dîrokê bibin. Dibe ku bi xwe Waliyê Agiryê ye lê nûneriya gelê Agiriyê nake. Mixabin me cardin dît ku em di nava şaşwaziyek çawan denin."

'Em vîna ku jinan weke malzemeyên şer nîşan dide na pejirînin'

Ayla anî ziman ku Meclisa Jinên Azad (KOM) ê di vê mijarê de raya giştî agahdar kir, bang li peywendîdarên dewletê kir û got: "Divê Walî îstifa bike, dema ku îstifa neke jî ji peyîwirê bê girtin. Em dizanin weke duh dê îro jî banga me hebe û berdewam bike. Vîna li hemberî me bi yek hişmendiyê tevdigere. Daxuyaniya derbasî ajansa nûçeyan bû da. Daxuyaniyên weke îro walî sibê serokwezîr û serokomar jî dikarin bikin. Em vê vînê red dikin. Em şerê ser beden û rastiya jinê tê kirin na pejirînin."

'Divê jin weke hêza berxwedanê bê pejirandin'

Ayla bilêv kir ku divê ders ji demboriyê bê girtin û wiha dom kir: "Divê dema ku gav bavêjin yan jî biaxivin li gorî vê bin. Ti civaka ku ji gotinên weke ew axaftin Waliyê Agiriyê kiriye yan jî Ajansa Anadoluyê kiriye bawer bike nîne. Berevajiyê wê gelê kurd ê her roj bi fikirên weke dê Ajansa Anadoluyê 'îro nûçeyên çawan çêke', dema ku Waliyê Agiriyê biaxive 'dê îro kîjan eyîba dewletê, kîjan hovîtiya wê û kîjan qirkirinên wê veşêre' difikire heye. Dema ku dewlet dest ji polîtîkayên xwe yên qirkirin û tinekirinê bernede, dema ku bi awayê azadî û wekheviya jinan de ne rome li hemberî wan gelê berxwedêr ê li ber xwe dide heye." Ayla derbirî ku Ajansa Anadolê û Waliyê Agiriyê ji bo armancekê ev kirin û got: "Ya dikeve ser milê me jî li hember wê armancê rêxistina xwe xurt kirin, aştî bihêz kirin, bi berxwedan û rêxistinbûna Bloka Aştiyê ye."

(zt)