Rojnamegeran Lîce û Farqîn ziyaret kirin

09:52

JINHA

AMED - Endamên Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê û Cemîyeta Rojnamegerên Azad navçeyên Farqîn û Liceyê yên Amedê ziyaret kir û lêkolîn kirin.

Heyeta ku ji endam û rêveberên Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê û Cemîyeta Rojnamegerên Azad pêk tê, navçeyên Farqîn û Liceyê yên Amedê ziyaret kirin. Heyeta rojnamegeran mertalên zindî yên li gundê Hurê, Çakil û Mazili yên Hênê û gundê Fis û Zerê yên Lice li dijî operasyonên leşkerî çalakiya xwe berdewam dikin jî ziyaret kirin û agahî ji wan girtin. Heyeta Rojnamegeran piştî ziyaretê vegeriyan Amedê. Heyet dê sibê jî biçin Navçeyên Cizîr û Sîlopî ziyaret bikin û lêkolîn bikin.

(zt)