Li Surê jinan nobet girtin
10:13
JINHA
AMED - Li Taxa Hasirliya navçeya Surê li hember êrîş û operasyonên qirkirina siyasî 4 rojin çalakiya nobetê berdewam dike. Jinan duh êvarî çalakiya nobetê dewir girtin heya sibê bi gotina sitiranan û gerandina govendê berdewam kirin.
Çalakiya nobetê ya ku ji aliyê mertalên zindî ve li hember êrîşan û operasonên qirkirina siyasî li navçeya Sura Amedê berdewam dike. Duh êvarî endamên KJA, Meclisa Dayîkên Aştiyê, rêveberên DBP û nûnerên STK yê jî di navê de gelek jinên taxan çalakiya nobetê dewir girtin. Piştî çalakiya deng derxistinê û meşê jinên çalakiya nobetê dewir girtin li ber Komerla Welatiyên Azad a Taxa Hasirliyê kombûn. Jinên li ber komelê kombûn heya dernegiya şevê sitiran gotin û dîlan gerandin. Jinan dem dem duruşmên weke "Bijî Serok Apo", "Jin jiyan azadî" û "qatîl Erdogan" qêriyan û tilîlî kişandin.
(zt)