'Dê girtin nikarin me bixin, em li gel hevşaredarên xwe ne'

10:37

Nişmiye Guler/JINHA

WAN - Jinên xebatkarên şaredariyê bertek nîşanî girtina Hevşaredara Erdamitan Sevil Rojbin Çetin dan û gotin: "Dê bi kirinên xwe nikarin me bixin. Emê weke jin li gel hevşaredara xwe ya ku bi bêmafî hatî girtin bibin."

Di çarçova konsepta şerê hikumeta AKP'ê dayî despêkirin û qirkirinên siyasî berdewam diki de hevşaredar girtin. Di çarçova pêlên nû yên binçavkirin û girtina siyasetmendarên kurd de di serî de hevşaredarên Colemêrg, Gimgim, Farqîn, Sur û Lîcê gitin. Duh jî Hevşaredara Erdamitan Sevil Rojbin Çetin bi îdiaya "Xirakirina welat" girtin. Li hember girtinan jinên xebatkarên Şaredariya Erdamitan bertek nîşan dan.

'Heya ji destê me bê emê valehiyan dagirin'

Mudura Zabitayan Suzan Çelebi bertekên xwe bi vî awayî anî ziman: "Em hesabên polîtîk li ber çavan nagirin. Heya ji destê me bê emê valahiyan dagirin. Em ji gelê Erdamitan rica dikin li hember tindiya ser me tê kirin li gel me bin." Suzan destnîşan kir ku girêdayî girtinan emniyetê ti daxuyanî nedaye bi sepandinên bêmarî ser wan de tên.

'Divê êdî her kes destê xwe bêxin bin ber de'

Endama Meclisa Şarderiyê Mehtap Dinçer jî anî ziman ku piştî hilbijartinan qirkirinên siyasî ketine dewrê de û wiha domand: "Ji ber binketina xwe ya hilbijartinê Serokomar û AKP'ê tehmûlnekirin êrîşî ser gel kirin. Di TV yan de sedema operasonên xwe diyar kirine. Di rojên dawiyê de hevşaredarên Sur, Farqîn, Colemêrg û dawiyê jî hevşaredara me girtin. Divê êdî her kes destê xwe têxin bin ber de. Emê bi gelê xwe re mil bidin hev û li gel hevşaredara xwe bin. Emê bi gelê xwe re hîn zêdetir bihêz bibin."

'Emê bi her awayî tekoşînê bidin'

Endama Meclisa Şaredariyê Nazime Bor jî destnîşan kir ku întiqama hilbijartinan ji binçavkirin û girtinan digirin û wiha dom kir: "Hêzên îşkalci bi ser me de tên. Li gel hemû tindiyan jî gelê me bi me re ye. Emê weke jin li gel hevşaredara xwe bin. Emê bi her awayî tekoşînê bidin. Gumana kesê ji vê nîne."

(zt)