Jinên Cizîrê li hember êrîşan nobetê digrin
10:48
JINHA
ŞIRNEX - Jinên Cizîrê li dijî konsepta şer a ku ji aliyê Serokomar Recep Tayyip Erdogan û hevkarî wî ve hatî despêkirin, ji bo parastina xwe a cewherî li kolanan nobetê digrin. Jinan anîn ziman ku ew neçar mane çek bigrin destê xwe, lê li gel hemû êrîşan jî ew daxwazê aştiyê dikin.
Ji ber êrîşên li dijî navçeya Cizîr a Şirnexê gel ji bo parastina xwe a cewherî pêkbînin xebatên xwe didomînin. Tevî dayikan 15 jin, piştî sê roj perwerdeya bikaranîna çek dîtin vê carê li hember rewşê awerte li kolanan nobetê digrin. Jinên ku cihê xwe di nava yekîneyên parastina cewherî de digrin diyar kirin ku ew neçar mane çek hildin destê xwe, lê ligel hemû êrîşan jî ew daxwazê aştiyê dikin. Jinan bi lêvkirin ku, AKP'ê tenê polîtîkayê şer nasdike û wiha gotin: "Em ê aştiyê bînin lê heyan ku aştî bê jî em ê parastina xwe bikin."
'Dewlet li zarokên me ên ku li kolanan dileyzin dide'
Hediye a 40 salî ku dayika 3'ê zarokane anî ziman ku ew heyan sibê nobetê digre û wiha got: "Em dayikin li zarokên me didin. Ev ne zilme. Em nikarin li taxên xwe rihet rakevin. Heya sibê em bi çekê xwe nobetê digrin. Kes alîkarî nade me. Em neçarin wek zarok û jin parastina xwe bi xwe bikin û nobeta xwe bigrin."Hediye diyar kir ku heya niha ew tu caran çek bikar ne aniye û wiha got: "Dewlet zarokên me yên ku li kolanan dileyizin dibêje 'terorîste' û qetil dike. Ji ber vê ji bo parastinê dervî çek hildanê çareyek me a din nemaye."Hediye di dawiyê de anî ziman ku êdî ew dixwazin di nava aramî de bijîn.
Bêrîtan bang li tevahî jinên cîhanê kir
Bêrîtan bang li tevahî jinên cîhanê kir ku piştgirî bidin jinên Kurd û wiha pêde çû: "Bila tevahî jinên cîhanê bên û vê xwînê tê rijîn bidin rewastandin. Çawan ku piştgirî dan Rojava divê dengê xwe bi dengê mere bikin yek û piştgirî bidin nobeta me. Dewlet bila êdî baş bizanibe ku Kurdên niha ne Kurdên di sala 90'an de ye û li gorî wê tevbigere. Êdî em nikarin rihet li malê xwe rakevin. Ez ji vir bang li tevahî jinan dikim; berî ku dewlet bê zarokên me qetilbike divê em li pêş zarokên xwe bibin mertal. Bi vî aweyî em dikarin pêşî li xwînê tê rijandin bigrin."
'Divê dayikên leşkeran derkevin û hesap ji Erdogan bixwazin'
Zeynep a 55'î salî ku dayika 5 zarokane diyar kir ku, divê hemû jin bertek li dijî hovîtiya li hember bedena Ekîn Wan hatî kirin derbikevin û banga li jinan kir ku bibin xwedî vîn. Zeynep da zanîn ku dewlet wan neçarî koçberiyê dike û wiha domkir: "Em ê dev ji axê xwe bernedin. Darên li çiya jî bi xwîna gerîllayan hatî avdan." Zeynep anî ziman ku Serokomar şer dixwaze û got: "Em hîna jî şer naxwazin. Em ne cenazeyên gerîlla ne jî ên leşkeran naxwazin. Heya dawî em li dijî şerin lê em mecbûrin parastina xwe a cewherî bikin."
'Bila hemû dayik ji bo aştiyê dengê xwe bilind bikin'
Zeynep bang li tevahî dayikan kir û wiha dawî li gotina xwe anî: "Bila derên û hesabê zarokên xwe ji Erdogan bixwazin. Qatilê zarokên me û yên wan heman kese. Bila ew jî derên û bêjin 'em aştî dixwazin'. Bila hemû jin li hember êrîşan xwe bi çek bikin. Me çek hilda êdî polîs nikare bikeve kolanên me. Bixwazibin bikevin kolanên me an ew ê bên kuştin an emê bimrin."
(rc)