Mehveş Evin: Niha hewayê tirsê deshilate

11:46

JINHA

AMED - Ji rojnamegerên li Farqînê lêkolîn kirin Mehveş Evin got: "Niha hewayek tirsê deshilate. Heta kesên herî muxalîf jî dema mijar dibe şer xwe dikişin qalikê xwe. Ez v êgelek bi ziyan dibînim."

Koma rojnamevanên ji Tirkiyeyê ku ji bo çavderiya êrîşên polîsan a li Farqînê û Licê lêkolîn bike hatibû Amedê, piştî lêkolînên xwe yên li Licê û Farqînê li Amedê li Dîes Otelê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de destpêkê Serokê Sendîkaya Çapemeniyê ya DÎSK'ê Faruk Eren axivî. Faruk anî ziman ku ew ji bo li herêmê çi diqewime bibinin û ragihînin hatine û dixwazin ku rastiyên ku di çapemeniya alîgir de cih nagirin ragihînin raya giştî.

'Em hatin asteng kirin!'

Pişt re Serokê Sendîqaya Rojnamevanên Tirkiyeyê (TGS) Ugur Guç anî ziman ku ji ber sansur û hewldanên tarîkirinê ew nizanin ku li herêmê çi diqewime û dema çûne Farqînê jî ji aliyê polîsan ve hatine asteng kirin û wiha axivî: "Nehêştin em biçin cihê pevçûnê. Bi TOMA'yan reya me girtin û anonsa 'Eger hun belav nebin emê mudaxale bikin' kirin. Ji ber van zextan derfeta me çênebû ku em li Farqînê çavdêriyan bikin."

'Bi saya rojnamegerên cesurên salên 90'an em digihan agahiyan'

Rojnamevana Mîlliyetê Mehveş Evîn jî diyar kir ku dema cara berê hatibû Amedê jî qedexeya derketina kolanan hebû û got derbarê li bajarên Kurdistanê çi diqewimin de tu zanîna bajarên Tirkiyeyê nîne. Evîn wiha berdewam kir: "Niha rewşeke tirsê heye. Kesê herî muhalif jî dema gotin tê ser pevçûnan xwe bêdeng dike."

Rêvebirê Weşana Giştî ya Rojnameya Evrenselê Fatîh Polat jî anî ziman dîrok bang li herkesi dike ku bere xwe bidin Kurdistanê ku şer berdewam dike. Polat destnîşan kir ku divê salên 90'î nebe qedera Tirkiyeyê û wiha berdewam kir: " Ev ji bo me tê wateya kuştina Îzzet Keze, Apê Musa. Em baş dizanin ku rojnamevanên vê dere di nav mercên zehmet de kar dikin." Polat diyar kir ku her çiqas yên ku şer rêvedibin hewl bidin rojnamevanan asteng bikin jî, ew ji objektîfên rojnamevanan ditirsin.

'Biryar ji bo rojnamevanan hatibû girtin'

Hevserokê Cemîyeta Rojnamevanên Azad Hakki Boltan jî anî ziman ku li Farqînê derfeta lêkolîn û çavderiyê ji rojnamevanan re nehatiye dayîn û wiha got: "Rojnamevan dixwestin li cihê pevçûnê çi dibe, çi diqewime fem bikin û bi awayek objektîf ragihînin. Lê ji ber biryara qedexeya derketina kolanan ev hate asteng kirin. Te digot qey ev biryar ji bo rojnemevanan hatibû derxistin. An na bi ewlehiyê re tu eleqeya xwe tunebû."

Heyeta rojnamevanan dê çavderiyên xwe bikin rapor û bi raya giştî re parve bikin. Koma rojnamevanan di saetên sibê de ber bi navçeya Silopî ya Şirnexê ve bi rê ketin.

(zt)