Polîsan 'aştî' asteng kir, leşkeran destek kir
12:17
JINHA
AMED - Polîsan xwest ku jinên li navçeya Çinarê ya Amedê li hemberî şer çalakî li dar xistin asteng bike û leşkeran destûr da ku pankarta "Em şer na aştiyê dixwazin" bi deriyê ketina Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê ve daliqînin.
Jinên KJA'yî li navçeya Çinarê ya Amedê li dijî şer çalakî li dar xistin û bi dikan û avahiyên sazî û dezgehan ve afîşên "Em şer na aştiyê dixwazin" daliqandin. Di çalakiyê de diyalog û rewşên başkêş pêk hatin. Ji wan yek polîsan xwest ku daliqandina afîşan asteng bikin lê leşkeran destûr da ku afîşê bi dîwarê fermandariyê ve daliqînin bû. Hevşaredara Çinarê Rukiye Eryilmaz û Hevseroka DBP'ê ya Çinarê Hayat Akyol û gelek jinên din li navenda naçveyê bi dikanên welatiyan ve afîşên "Em şer na aştiyê dixwazin" daliqandin.
Hevseroka Rêxistina DBP'ê ya Çinarê Hayat Aykol li ser navê jinên li ber Midûriyeta Polîsan a Navçeyê hatin rawestandin bi rayedarên polîsan re hevdîtin kir û polîsan pirsa "Gelo fînansa van afîşan şaredarî dike?" kirin û xwesetin çalakiya aştiyane îlegalîze bikin û bi şaredariyê ve têkîliya wan girêbidine. Piştî hevdîtinan jinan çalakiya xwe berdewam kir û jinan xwest ku heman afîşê bi dîwanê ketina avahiya Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê ve jî daliqînin. Jinan daxwaza xwe ji leşkerê nobet digirt re gotin û rastî tu astengiyan nehatin û bi avahiyê ve afîş daliqandin û çûn.
'Em dixwazin li pêşiya şer bibin set'
Pişt re jinan bi avahiya CHP'ê re heman afîş daliqand û hinek esnafan jî alîkariya jinan kir. Piştî çalakiya jinan li ber avahiya DBP'ê daxuyanî dan. Li ser navê jinan Hevseroka DBP'ê ya navçeyê Hayat Aykol axivî û wiha got: "Ev çalakiya me ji bo kesên li ber serê me jiyana xwe ji dest didin e. Di vî şerî de polîs, leşker û gerîla dimirin. Ji bo ku em pêşiya van mirina bigirin me çalakiyekî wisa li dar xist. Gel li hemêberî mirinê ye. Em dixwazin hemû kesî li hemberî şer baldar bikin û li hemberî şer bibin ked. Em dixwazin pêşiya şer bigirin."
(zt)