Li Wanê banga ji bo meşa li hemberî şer aştiyê

12:36

JINHA

WAN - Sibê Wanê li hember şer ji bo aştiyê ji du baskan ve dimeşe. Rêxistinên navenda DBP û HDP'ê yên Wanê ji bo beşdariya meşa sibê banga tevlîbûnê kirin.

Der barê çalakiya girseyî ya sibe li Wanê tê lidarxistin de li avahiya DBP'ê ya Bajarê Wanê civîneke çapemeniyê hat lidarxistin. Di civînê de Hevseroka HDP'ê ya Wanê Derya Hayva, Hevseroka DBP'ê ya Wanê Hamiyet Şahîn û Hevşaredara Qelqeliyê Handan Bagci amade bûn. Hevseroka HDP'ê ya Wanê Derya Hayva daxuyanî da û diyar kir ku hikûmeta AKP'ê ya di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de li hemberî HDP'ê têk çûye, biryar daye berdêla encamên hilbijartinê bi şerê li dijî gelan re, derxîne holê.

Derya ragihand ku ji ber şerê AKP'ê daye destpêkirin di nava mehekê de bi sedan sivîl, gerîla, leşker û polîsan jiyana xwe ji dest dane û da xuyakirin ku hikûmeta AKP'ê qîma xwe bi vê jî neaniye; operasyonên xwe yên qirkirina siyasî bê navber didomîne. Derya bibîr xist ku piştî Hevşaredarên Sûr, Farqîn û Colemêrgê duh Hevşaredara Artemêtanê Rojbîn Çetîn jî hatiye girtin û operasyonên qirkirina siyasî û tinekirinê yên hikûmeta AKP'ê şermezar kir.

'Emê ji bo aştiyê li kolanan bin'

Derya bang li AKP'ê kir ku di serî de Hevşaredarên wan hemû kesên di vê demê de girtiye serbest berde û ji nû ve li maseya muzakereyê vegere. Hevseroka HDP'ê ya Wanê Derya Hayva di dewama daxuyaniya xwe de ragihandin ku li dijî şer ji bo parastina aştiyê ew ê li kolanan bin û got, "Sibe saet di 17:30 de piştî kombûna li Tûşba Beşyol û hala Zebzeyan a Îpekyolû, em ê heta Navenda Kar a Şaredariya Bajarê Mezin bimeşin û li vê derê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Em bang li tevahiya gelê xwe yê Wanê dikin ku tevlî meşa me ya girseyî û daxuyaniya çapemeniyê bibe."

(zt)