Gelê Geverê: Em axa xwe bernadin bila ew biçin

13:49

JINHA

COLEMERG - Gelê geverê li taxan parastina xwe dikin bertek nîşanî nûçeyên dibêjin: "Welatiyan malên xwe valakirine û navçe terikandine" dan. Jinan diyar kirin ku dê taxên xwe bernedin û gotin: "Emê ticarî taxên xwe û Gevera xwe nehêlin. Heya mirinê emê li vêderê bin, bila em li vêderê bimirin. Bila leşker û polîs ji Geverê derkevin."

Li taxên Kişla, Orman, Mezarlik, Dize, Cumhuriyet û Yeşildereyê meclisên taxan rêveberiya xwe ya xweser îlan kirine û gel parastina xwe ya cewherî pêşde dibin. Duh ji nîvro û şonde leşkeran û tîmên tayîbet êrîşî ser gel kirin, demekê şer berdewam kir paşê esnafan derê dikanên xwe girtin. Serê sibê herkesê cihê karê xwe vekirin û dest bi karê xwe kirin. Taxên ku gel parastina xwe dikin, jiyana rojane berdewam dike. Jin li baxçên çayê semawer danîne çayê vedixwin û sohbet dikin, zarok jî li nava kolanan dilîzin. Jinên ku li ber qamerayên me axivîn dan zanîn ku li Geverê jiyan normale û bila leşker û polîs ji Geverê derkevin.

'Em zarokên xwe tenê nahêlin û naçin'

Jina bi navê Teluzer Hulik wiha axivî: "Li Geverê ji derveyî zilman delwetê tiştekdinê nîne. Ev du rojin dewlet gaz û bombeyan di avêjin taxên me. Emê ticarî zarokên xwe bi tenê nehêlin û ji vanderan neçin. Ev 21 salin emê vê axê diparêzin û li vê taxê li ber xwe didin, ji niha û şon de jî em ciwanên xwe tenê nahêlin û bi ti cihan de naçin."

'Em ti deran de naçin, em 24 saetan di nobetê denin'

Gurbet Kaya jî bertek nîşanî nûçeyên medyaya alîgir ên weke Gever valebûye da û got: "Em bi ti cihan de naçin, bi salane me vêderê ne terikandiye, emê ji niha û şun de jî neberdin. Emê weke dayîk alîkariya ciwanên xwe yên 24 saetan taxên me diparêzin bikin. Emê pêdiviyên ciwanên xwe bînin cîh. Em mafê zarokên xwe dixwazin. Em azadiya Rêberê xwe dixwazin. Em li vêderê bi zarokên xwe re şanazin, tenê bila leşker û polîs nekevin taxên me."

'Em li vêderê ne bila leşker û polîs derkevin'

Sarya Temel jî anî ziman ku metirsiya wan ewe leşker û polîs êrîşî taxên wan bikin û wiha berdewam kir: "Em şatî û azadiyê dixwazin lê şer ser me ferz dikin. Divê êdî dayîkên leşker, polîs û gerilayan dest bidin hev û vî şerî bidawî bikin. Dema ku leşker û polîs nekevin taxên me em aramin. Zarokên me jî hene yên Erdogan jî. Em dixwazin zarokên me bixwînin û jiyanek wan a asayî hebe. Erdogan zarokên xwe dişîne ji derveyî welat leşker û polîsên wî dimirin. Em hemû wekhevin û misilmanin. Em azadiyê dixwazin. Emê heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê bi zarokên xwe gerîla û şehîdên xwe re bin. Erdogan dibêje welat em jî welatê xwe dixwazin çima welatê me nebe. Bila welatê me jî behbe ku em jî xeyalên xwe bijîn. Emê taxên xwe û Gevera xwe ticarî bernedin. Emê heya mirinê li vêderê bin. Bila leşker û polîs ji Geverê derkevin."

'Bila Erdogan li serketina Kobanê binêre wiha êrîş bike'

Hatice Orhan jî bilêv kir ku tenê daxwaza wan aştî û azadiye û wiha dom kir: "Bila Rêbertiya me azadbibe û em hemû azadbibin. Bila Erdogan li cîhanê binêre, li zarokên cîhanê binêre, li Şengal û Kobanê binêre wiha êrîş bike. Zarokên me li çiyayanin, em ji bo keç û kurên xwe dadê dixwazin. Li vêderê niha şer heye, li kêleka wê jî jiyan heye. Em bi tevahî ji ciwanên parastina me dikin memnunin. Gel û ciwanên me me di parêzin, em hemû bi hev re Gevera xwe diparêzin. Emê welatê xwe û axa xwe bernedin. Em gel û gerîlayên xwe heya dawiyê bi hev re nin."

(zt)