Hevserokên Kantona Cizîrê Serêkaniyê ziyaret kirin
14:14
JINHA
SERÊKANIYÊ - Hevserokên kantona Cizîrê Hediya Yûsif û Himêdî Deham serdana Meclîsa Gel û Rûspiyên herêma Serêkaniyê kirin û rewşa heyî ya herêmê bi gel re nîqaş kirin.
Hevserokên Kantona Cizîrê Hediya Yûsif û Himêdî Deham serdana navenda Têkilî û Rêxistinkirinê ya YPG’ê ya Serkaniyê kirin. Li gel herdû hevserokan cîgirên hevserokatiyê Îfram Ishaq û Şêxmûs Mûsa, her wiha şêwirmendê Hevserokatiyê Nesîn Şemo û nûnerên eşîreya Şemer di serdanê de cihê xwe girtin. Hevserokatiyê û nûnerên eşîra Şemer di serdanê de bi nûnerên Meclîsa Gel a Serêkaniyê û rûspiyên eşîreyên Serêkaniyê, endamên Meclîsa Biratiya Gelan û Jiyana Hevbeş û nûnerên pêkhateyên çeçen re hevdîtin pêk anîn.
Di dema serdanê de rewş û geşedanên dawî yên di herêmê de hatin nîqaşkirin û hemû aliyan gotin ku pêwîste hemû pêkhate li dijî planan li dijî xweseriya demokratîk têne kirin, hevgirtina xwe xurt bikin. Hevserokê Kantona Cizîrê Himêdî Deham piştigiriya xwe bi hemû pêkhateyên kantona Cizîrê re anî ziman û got pêwîste pêkhateyên herêmê rêxistina xwe xurt bikin û sîstema xweseriya demokratîk pêş bixin.
Meclîsa Biratiya Gelan û Jiyana Hevbeş a Serêkaniyê Diyareke sembolîk ku ji ebeyekê pêk tê diyarî Hevserokê kantona Cizîrê Himêdî Deham kir. Hevserokê Katnonê Himêdî Deham jî ebe diyarî Nûnerên Navenda Têkiliyan û Rêxistinkirinê ya YPG’ê Hisên Koçer kir û got ku diyar encama serkeftin û berxwedana hêzên YPG’ê bidestxistine ye.
(rc)