Selma Irmak: Heke wisa bike em dê li ber şaredariyan xendekan bikolin
15:35
JINHA
AMED - Hevseroka KCD'ê Selma Irmak diyar kir ku çiqas daxwaza pergala serokatî ya ku Serokomar Erdogan rewa û zagonî be daxwaza gel a rêveberiya cewherî jî ewqas rewa û zagonî ye. Selma, bertek nîşanê binçavkirin û girtina hemwelatî û hilbijêran jî da û got heke wiha berdewam bike ew jî dê li ber şaredariyê xendekan bikolin. Selma bang li hemû kesî kir ku tevlî çalakiya "jiyanê rawestînin" bibin kir.
KCD'ê têkildarî geşedanên demên dawî li Kurdistanê pêk tên, îlankirina rêveberiya cewherî, zext û êrîşên AKP'ê, binçavkirin û girtinên demên dawî daxuyanî da çapemeniyê. Li ser navê saziyan Serokê Odeya Tabîbên Amedê Dr. Cengîz Gunay, metna daxûyaniyê xwend. Cengîz, diyar kir ku ew li hemberê pêşketinên di demên dawî yên li Kurdistanê dijîn ji bo daxwazên demokratîk û azadî ya gelan bikeve jiyanê, bi hişmendiya li pêşberê mirovahiyê berpirsiyariya wan heyî ji konsepta şer re dibêjin na û li hemberê rûmetşikandina li ser bedena jinê helwest nîşan didin.
Cengîz, da zanîn ku polîtîkaya desthiladariya AKP'ê ya 13 salin dimeşîne Tirkiyeyê aniye riyeke cuda û wiha got: "An dê şêwaza rêveberiya ku demokratîk û aştiyane esas bê girtin an jî dê di pergala tekbûyî, hegemonîk û dîktatoryal israr bikin. Beriya 7'ê hezîranê konsepta şer a dixwestin bixin dewrê û piştî hilbijartinê ev yek berdewam kir, da nîşandan ku riya duyemîn hatiye hilbijartin. Li hemberê rêveberiya cewherî ya gel bi operasyonên siyasî û leşkerî di ser qirkirinekî, welat ji bo desthiladariyê xistin nava şerekî dijwar."
'Em dê bertekê pêwîst nîşan bidin'
Cengîz, destnîşan kir ku li hemberê daxwaza rêveberiya cewherî ya demokratîkbûyîna dewletê di nava xwe de dihewîne hemû êrîşan, girtina hevşaredar, qadroyên rêveberiyê ew dê qebûl nekin û anî ziman ku ew dê bertekên xwe bi şêwazeke demokratîk nîşan bidin.
Selma: Ev kinc ji vê bedenî re teng tê
Piştî Cengîz, Hevseroka KCD'ê Selma Irmak jî axaftinek kir û balkişand ser şerê ku ji hêla hikûmeta AKP'ê ya derbasdar ve hatiye destpê kirin û diyar kir ku li hemberê daxwaza rêveberiya cewherî ya gel operasyonên binçavkirin, girtin, leşkerî, şer, komkûjî û tundiyê bersiv dayîn, ji berê ve jî ev rêbaz hatibû ceribandin û derxistibû holê ku pirsgirêka kurd bi şer û pêvçûnan nayê çareserkirin. Selma, da zanîn ku ev daxwaza gel a rêveberiya cewherî tiştekî xwezayî ye û destnîşan kir ku lewra tiştên diqewimin dide nîşandan ku ev kinc ji vê bedenî re teng tê. Selma, anî ziman ku êdî reformek cidî ji vê welatî re pêwîst e û ev gel rêveberiya cewherî ji xwe re wek e ihtiyac dîtiye. Selma, derbirî ku çewa Serok Komar Erdogan pergala serokatî ji xwe re wek pêşniyar daniye kî ev li gor wan meşrû û zagonî ye, heman wisa pêşniyara gel jî ya rêveberiya cewherî ewqas meşrû û zagonî ye. Selma, destnîşan kir ku ev model ya dewlet û welat cuda nake berovajê wî digihîjîne hev, yê vê welatî ji hev cuda dike şîdet, komkûjî, şer û pêvçûn bi xwe ne, ango tiştê niha ku dewlet û AKP dike ye.
'Em dê li ber şaredariyan xendekan bikolin û binçavkirinan asteng bikin'
Selma, binçavkirin û girtina ku di nava wan de hevşaredar jî hene re bertekek tund nîşan da û wiha got: "Em dê binçavkirina hevşaredar û hilbijêrên me re musade nekin, heke wiha berdewam bike em dê wek e KCD li ber şaredariyan xendekan bikolin û binçavkirinan asteng bikin."
Selma, di dawiya axaftina xwe de bang li hemû kesan kir ku piştgiriyê bidin çalakiya rojek jiyanê rawestînin ku dê sibê bidin destpê kirin.
(rc)