Polîs bi ser Şaredariya Artemêtanê de girtin
15:44
Tebax
25
/ 2015
JINHA
WAN - Piştî Hevşaredarê Artemêtanê Sevîl Rojbîn Çetîn hat girtin, polîsan îro bi ser şaredariyê de girtin
Li Artêmetanê ya Wanê polîsan bi ser avahiya şaredariyê de girtin. Polîsên TEM'ê ku bi ser şaredariyê de girtin li avahiyê lêgerîn pêk tînin. Der barê serdagirtina polîsan de agahî nayê zanîn û lêgerîna polîsan a li şaredariyê didome. Hat ragihandin ku gelek polîsên çevîk şandin şaredariyê.
Duh di seatên serê sibê de Hevşaredara Artemêtanê Sevîl Rojbîn Çetîn hatibû binçavkirin. Piştî îfadeya li dadgehê ve hatibû girtin û ew şandin girtîgehê.
(rc)