Wê li Cizîrê di 1’ê İlonê de ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşek girseyi pêk were

17:38

JINHA

ŞIRNEX- Wê li Cizîrê di 1’ê İlonê roja Aşitiyê ya Cihanê de meşa ji bo azadiya rêberê PKK’ê pêk were. TUHAD-FED’ê banga tevlibûnê kir û got ku ji bo aşitî pêk were divê Abdullah Ocalan azad bibe.

TUHAD-FED’a Cizîrê bi minasebata 1’ê İlonê Roja Aşitiyê ya Cihanê bi meşek dê daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bike. Meşa ku bi pêşengtiya TUHAD-FED’ê bê li darxistin tê payîn ku hemu saziyên ciwaki tevlî bibin.Rêvebirê TUHAD-FED’ê li avahiya saziyê civîn bi çapemenyê re pêk anin û wê agahdar kirin. Li ser navê TUHAD-FED’ê Nûnera TUHAD-FED’a Botanê Raziye Eren axivî. Raziye roja 1’ê Îlonê li hemu gelan piroz kir û wiha got:” Aşitiya civakê bi azadiya Ocalan ve girêdaye. Ji bo ku carakadin zarokê me nên kuştin, ji bo ku carekadin xwezaya me nê wêran kirin û şewitandin, ji bo ku operasyonên qirkirina siyasî û çandî bê rawestandin em bang li gelê xwe yê aşitixwaz dikin bila roja 1’ê Îlonê li ber derê avahiya DBP kom bibin û tevli meşa ‘Azadiya Rêber Apo’bibin.”

(ma/rc)