Jin 139 salin têkoşîna kedê didin

09:10

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Jin ji bo keda xwe biparêzin 139 salin têkoşîna parastina kedê didin. Di serdema Împaratoriya Osmanî de yekem car di tebaxa sala 1876'an de jinan bi meşekê ji sadrazam mafê xwe xwestin. Jinên ku di sektora tekstîlê de dixebitîn xwestin şert û mercên wan bên başkirin û ji bo parastina mafê xwe îsyan kiribûn. Têkoşîna jinan a ji bo kedê ku 139 sal berê bi greva Feshane dest pê kir, niha bi rengên cuda didome.

Bi sedsalan in mafê jinan ê kedê tê binpêkirin. Jin jî, bi sedsalanin li dijî binpêkirina mafên xwe çalakyian pêk tînin û doza mafê xwe yê kedê dikin. Jin ji bo mafê wan ê kedê bê parastin û ji bo şert û mercên wan ê xebatê bê rastkirin bi sedsalan in têdikoşin. Jinên karker yekem car li dijî karê tekstîl û fabrîqeyan bû. Di serdema Împaratoriya Osmanî de jinên ku di tekstîl û şikandinê de kar dikin ji bo parastina mafên xwe meş pêk anîn û ketin grevê. Çalakiya jinan a herî zêde tê zanîn çalakiya Greva Feshane ya tebaxa 1876'an bû.

Piştî sanayî pêş ket, karê tevnê bi makîne û tekstîlê hat kirin. Piştî tekstîl pêş ket karê jinan ê çêkirina tevnan kêm bû. Jinên karkerên tevnê ji bo karê wan kêm nebe yekem car di sala 1851'an li Samokova Bulgarîstanê dest bi çalakiyê kirin. Karkerên jin li dijî şehê tekstîla mekanîk bi bêr, tevir, dar û beran êrîşî dezgeha atolyeya tevnê kirin. Piştî xwediyê atolyeyê soz da ku dê carek din şehê tevnê bikar neyne, karkeran dest ji şikandina şeh û wêrankirina atolyeyê berdan.
Di salên 72-1907'an de li Osmaniyê 50 grev pêk hatin. Ji van grevan 9'ê wan ji aliyê jinên atolyeyên tevn û tekstîlê ve pêk hatiye.

Çalakiya rûniştina ser riya trênê

Di sala 1873'an de greva tersanê pêk hat. Di vê çalakiyê de zarok û hevseran jî piştgirî da çalakiyê. Di Gulana sala 1876'an de dîsa çalakiya greva tersanê pêk hat. Rojnameya La Turquie ji bo şikêren grevê diyar kir ku karkerên ji kar derketin rastî êrîşa çalakgeran hatin û gelek kes birîndar bûn.Rojnameyê da zanîn ku hevserên çalakgeran jî bi qasî wan êrîşkar in bi daran êrîş dikin. Hevserên çalakgerên grevê jî derketin ser rêya trênê û çalakiya rûniştinê pêk anîn.

Jin meşiyan Babialî û mafê xwe xwestin

Di sala 1876'an de jî karkerên Împaratoriya Osmanî çalakî pêk anîn. Karkerên li fabrîqeyên feshane, darphane, fîşekhaneyan û karên tersane û rêyên tramvay û trênê de dixebitîn dest bi çalakiyê grev û meşê kirin. Karkerên rêya trênê ya Kocaelî jî dest bi grevê kirin. Di çalakiya grevê ya tevnê ya Îzmirê de jî yekem car komîteya karkeran hat avakirin. Bi hezaran karker beşdarî çalakiya greva 1876'an bûn.
Di tebaxa sala 1876'an de 50 karkerên jin beşdarî greva Feshaneyê bû. Jinan çalakî bi rêxistin kirin û tev li çalakiyê bûn. Nêzî 50 jinên rûm û ermenî heta Babıaliyê meşiyan û ji Sadrazam heqê xwe yên kedê xwestin

Li Sêwasê karkerên jin meşiyan şaredariyê

Di sala 1908'an de li Kavala û Drama ya Sêwasê 14 hezar karkerên tûtinê tev li grevê bûn. Karkera jin a bi navê Vera pêşengiya çalakiyê kir. Di sala 1908'an de li Sêwasê jinan îsyan derxist û li dijî karê 16 saetan çalakî pêk anîn. Jinên karker li dijî binpêkirina mafan heta Şaredariya Sêwasê meşiyan û mala şaredar kevir kirin. Depoyên genim desteser kirin. Di sala 1908'an de karkerê Rêyên Trênê yên Îzmir û Aydinê jî çalakî pêk anîn û jin jî tev li vê çalakiyê bûn.
Karkerên jin ên Sêwasê rojê 16 saetan dixebitîn û rojê 1-2 quriş digirtin. Heqê nan jî 5 quriş bû. Jinan di 25'ê Hezîrana 1908'an de pêşengiya serhildanê kirin. Di hezîrana 1908'an de li Sêwasê îsyan kirin. Nêzî 500 kesan derdora Wîlayetê dorpêç kirin û camê wê şikandin. Depoyên arvan şikandin û arvan desteser kirin. Li Îzimrê jî di salên 1910-11'an de bi heman rengî çalakî pêk hatin.

Jinan li Uşakê fabrîqe dagir kirin

Di adara 1908'an de li Uşakê jî jinan bi boneya mafê xwe biparêzin çalakiyek mezin pêk anîn. Komek jin tev li zarokên xwe bi ser fabrîqeya hiriyê û ta de girtin. Nêzî hezar û 500 jin li kolanê çalakî pêk anîn û mafên xwe xwestin. Qeyeqakê Uşakê Tevfik Efendî ji peyvirê hat girtin.
Jinên Bûrsayê li dijî karê kiran îsyan kirin
Di 1'ê Cotmeha 1910'a de jî nêzî 30 hezar karkerên hevrişîmê li Bûrsayê ketin grevê. Piraniya karkeran jin bûn.

Çavkanî: Ayşe Hur, Belgeyên Kars a Z.H. -Berî 1908'an Anadolu, Sennur Sezer, Kizilbayrak

(mae)