Li Çiyayê Bagokê banga 1'ê Îlonê: Werin em aştiyê biqêrin

09:45

JINHA

MÊRDÎN - Ji dayîkên li Çiyayê Bagokê ji bo 'ciwan nemirin' bedenên xwe kirine mertal ji bo beşdariya 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê bang kirin û gotin: "Ji bo zarokên me di ber şerê deshilatiyê yê Erdogan de neçin em aştiyê biqêrin."

Li Çiyayê Bagokê yê ku Walîtiya Mêrdînê weke "Herêma Qedexe" îlan kirî çalakiya jinan li hember rawestandina operasonan dayî despêkirin di roja 9'an de berdewam dike. Çalakiya mertalên zindiya ku li "Şehîdgeha Şehît Egit Suruç û Ayten Tekin" hatî despêkirin her du rojan bi dorveger berdewam dike, endamên Meclisa Dayîkên Aştiyê jî alîkarî didin. Dayîkên aştiyê yên ku bi tulbendên xwe yên sipî tên çiyayê Bagokê goristana HPG'ê ziyaret dikin û ji bo şer bi dawî bibe duayan dixwînin. Dayîkên Aştiyê girêdayî nêzbûna 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê ji ajansa me re axivîn û diyar kirin ku divê aştiyek mayînde bê avakirin.

'Em bednên xwe ji bo zarokên xwe dikin mertal'

Ji dayîkan Hatice Ayaz 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê li hemû jinan pîroz kir û da zanîn ku ew weke dayîk naxwazin zarok bên kuştin. Hatice destnîşan kir ku ew hişmendiya ji bo deshilatiya xwe zarokên wan dişînin mirinê na pejirînin û wiha domand: "Ji bo zarokên me nemirin em bedenên xwe dikin mertal. Êdî tahmula me ji mirina zarokên me re nîne. Bila êdî li van çiyayan ciwan nemirin. Bila êdî cigerê kesê ne şewitin. Ji bo girtina kursiyên wan me zarokên xwe ne anîne diniyayê. Me di nava hejariyê de zarokên xwe mezin kirine. Dê yên ser bedena zarokên me siyasetê dikin sibê çawan hesab bidin?"

Banga bila hemû dayîk bibin mertalên zindî

Ji dayîkan Gulê Baş jî anî ziman ku bila her kes ji bo aştî û aramiyê bên li çiyayê Bagokê nobetê bigirin. Gulê bilêv kir ku ew naxwazin ne xwîna leşker, ne polîs û ne gerilayan birije û wiha berdewam kir: "Em dayîk û xwişkên şehîdanin. Me zarokên xwe, xwişk û birayên xwe winda kirine. Bila kesekdin xwişk û birayên xwe winda nekin. Em bang li dayîkên leşker û polîsan dikin; hun jî destê xwe dirêjî destê dayîkên kurdan bikin. Bila êdî zarokên me di oxira kursiyê Erdogan de neçin. Bila dayîkên tirkan jî weke me bibin mertalên zindî. Bila ew jî bêjin; 'em naxwazin zarokên me di oxira kursiyê Erdogan de biçin.' Heger Erdogan xwe misilman dizane divê vê xwînê bide sekinandin."

'Divê di 1'ê Îlonê de jin rabin ser lingan'

Dayîka Perihan Altug jî diyar kir ku ew di pêvajoyek giring re derbas dibin, ev pêvajoya bixwîn Tayyip Erdogan daye despêkirin, hewildide di vê pêvajoyê de kurdan tine bike. Perihan anî ziman ku Tayyip Erdogan hemû Kurdistan şewitand û wiha dom kir: "Di nava bajaran, nava çiyan de zarokên me qetil dike. Cigerên me dişewitin. Ji bo ev xwîn bê rawestandin, şerê qirêj bi dawî bibe û textê dibin Erdogan de bê şewitandin em hatine çiyayê Bagokê bûne mertalên zindî. Ji bo ku zarokên me di cîhanek xweş de bijîn anîne dinê ne ji bo mirinê. Di serî de ez 1'ê Îlonê li hemû jinan pîroz dikim. Divê di roja 1'ê Îlonê de jin rabin û aştiyê biqêrin."

(zt)