Ezine ya di nava mertalên zindî de 2 lawên wê gerila yek jî leşker e

10:49

Bêrîtan Elyakut/JINHA

AMED - Çalakiya mertalên zindî 7 rojin li Lîcê berdewam dike. Ezine Dal a ku ji Stenbolê hatî û beşdarî çalakiyê bûyî du lawên wê gerila û yek jî leşker got: "Bila em zarokên xwe nekin qurbanê sarayê." Ezine ji bo ku zarokên wê gula li hev nebarînin li gel temenê xwe yê mezin jî bi kîlometreyan rê çuye. Di nava konsepta şerê AKP'ê dayî despêkirin de nêzî sed herêmên kurdistanê weke "herêmên qedexe" hatin îlan kirin. Yek ji deverên herî zêde hatî bombakirin jî sêgoşa Lîce-Hênê-Karaê ye. Ji bo ku windahiya can çênebe li hember operasonan li gundê Gomeçê çalakiya mertalên zindî ya hatî despêkirin di rojan 7'an de berdewam dike. Ji bo alîkariya çakakiya mertalên zindî ji Stanbol, Enqere û Îzmîrê nêzî sed kesan hatin gundê Gomeçê. Ji bo alîkariya mertalên zindî yek ji jinên ji Stenbolê hatî Ezine Dal e.

Ji bo ku zarokên wê gulan li hev nereşînin hatiye

Çîroka wê li hember şewitandina can qêrîneke. Ezine ya ku du lawên wê di nava gerilayên HDP'ê û yek jî li leşkeriyê li gel temenê xwe yê mezin jî bi kîlometreyan rê hatiye. Dema ku me mikrofun dirêjî Ezine kir diyar kir ku ew hem dayîka gerila û hem jî ya leşkerane, ji bo ku di nava her du aliyan de jî xwîn neherike bûye mertalê zindî û hetiye herêmê.

'Dayîkên kurdan di van sê salan de jî tabût rakirin'

Ezine destnîşan kir ku ew weke dayîk naxwaze xwîn birije û wiha domand: "Dema ku Serokomar êşa dayîkan hîskiribana dê ev şer dabana sekinandin." Ezine anî ziman ku di nava 3 salên pêvajoya çareseriyê de wan nûçeyên mirina polîs û leşkeran nebihîstiye lê di nava 3 salan de jî dayîkên kurdan cenazê zarokên xwe rakirine û wiha berdewam kir: "Li gel her tiştî jî gelê kurd dest ji talebên xwe yên aştiyê neberdane. Em aştiyê diqêrin ew mirinê rewa dibînin. Emê dayîk li hember mirinan bedenên xwe bikin mertal. Yan dê ev dewlet me jî qetilbike yan jî dê zarokên me sax teslîmî me bikin."

'Bila dernekivin pêşiya me û nebêjin welat saxbe'

Ezine bilêv kir ku Serokomar ji ber saray û deshilatiya xwe pêvajoy xirakir û wiha dom kir: "Her roj Serokomar û Serokwezîr derdikevin televizyonan û dibêjin 'welat sax be.' Em dayîk êdî vê na pejirînin, em dibêjin madem bila welat saxbe, wêdemê tu jî zarokên xwe rêke leşkeriyê. Zarokên jiyana xwe jidest didin hemû zarokên feqîran û kurdanin. Bila dernekeve pêşiya me û nebêje welat saxbe."

'Em dayîk heya hesabê zarokên xwe nepirsin nambirin'

Ezine wiha pêde çu: "Ez dayîka leşker û gerilayanim, êdî bila dilê me neşewite. Ez her roj mi tirs radikevim. Ez her roj di metirsiya dê îro agahiya kîjan zarokên min bê de me. Yê ev şer dayî despêkirin, bila demek beriya demekê gav paşde bavêje. Yan wê bi destê xwe yê xwîn xwe bixeniqîne. Bila baş bizane heya em dayîk hesabê zarokên xwe nexwazin namirin."

'Bila em zarokên xwe nekin qurbana sarayê'

Ezine got: "Difikirin dê heya kengê zilmê li kurdna bikin." Ezine anî ziman ku ne êdî gelê tirk û ne jî gelê kurd yên berê nînin. Ezine bang li dayîkên leşker û gerila kir û wiha got: "Çav û guhê xwe vekin û bibînin ka ev şer ji bo kê dane despêkirin. Bila em zarokên xwe nekin qurbanê sarayê. Werin em destbidin hev û lîstokên saray ser zarokên me dide lîstin xira bikin. Bila kes ser zarokên me siyaset û deshilatiyê neke. Emê dayîk wê lîstokê vala derxînin."

(zt)